SerekeSîyasî

Bi amadebûna çavdêrên Yekîtîya Avropayê, Adirbêcan hêza xwe ji dest dide ku şert û mercên xwe ji Ermenîstanê re dîktator bike:Arîn Karapêt

Tawanbarîyên Adirbêcanê yên derbarê xebatên mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê de, bi wê yekê ve girêdayî ye ku bi hebûna çavdêran li ser sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê, Bekû hêza ku şert û mercên xwe dîyar bike winda dike.

Parlamentarê  ermenî yê parlamêntoya Swêdê Arîn Karapêt di hevpeyvînekê de li gel peyamnêrê “Armenpress” ê, li ser nerazîbûnên berdewam yên Adirbêcanê li himber çalakîyên nûneratîya çavdêrîya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê û tohmetbarkirina Ermenîstanê di wê çarçoveyê de, nêrînek wiha anî ziman.

“Li gorî min nerazîbûna Adirbêcanê ji ber wê yekê ye ku bi amadebûna çavdêrên Yekîtîya Avropayê, Bekû îmkana ferzkirina şert û mercên xwe ji dest dide”. “Karê mîsyonê ji bo Ermenîstanê girîng e, ji ber ku Yêrêvan bi vê yekê nîşanî cîhanê dide ka kî bi rastî agirbestê binpê dike”.

Arîn Karapêt, bal kişand ser biryara konseya Avropayê ya ji bo dirêjkirina erka mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê ku ev zêdeyî 2 sal in li Komara Ermenîstanê kar dike û dîyar kir ku ev biryara Bryûsêlê bi taybetî ji ber rola mîsyona çavdêrîyê ya di avakirina aşîtîyê li Kafkasya Başûr de gelekî girîng e.

Arîn Karapêt gotîye: “Ez bawer dikim ku mîsyona çavdêrîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê ji alîyê pêrspektîva avakirina pêbawerîya demdirêj ya li herêmê jî mêxanîzmayeke bi bandor e”.

Ew di wê bawerîyê de ye ku dirêjkirina erkê mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê bi xwe jî, wek welatekî azad û dêmokrat, pir girîng e.

“Her weha Ermenîstan bi wê mîsyonê û dewrîyeyên xwe heta radeyekê dikare aramîyê li ser sînorên xwe dabîn bike”,- parlementer tekez kir, ku ew karê şandê hem ji bo Ermenîstanê hem jî ji bo Kafkasya Başûr bi xwe girîng e.

Parlamentarê swêdî amaje bi wê yekê jî kir ku Adirbêcan nûneratîya Yekîtîya Avropayê bi karên sîxurîyê tohmetbar dike û dîyar kir, ku ev şande sîvîl e, ji ber wê jî sûcdarîyên Adirbêcanê li ser wan tên kirin, ne di cîh de ne.

Arîn Karapêt gotîye: “Mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê sîvîl e, ji bo dabînkirina ewlehîya sînor, zêdekirina pêbawerîya di navbera alîyan de û hesta ewlehîyê di nav welatîyên li nêzîkî sînoran de dijîn û her weha gihîştina xala dawî ya normalkirina têkiliyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de – peymana aştiyê”.

Parlamenter amaje bi daxuyaniyên ji Azerbaycanê jî kir ku dibêjin bila Ermenistan çekan nestîne.

Li gor wî mafê Bakûyê tune ku van tawanbaran bike, ji ber ku gavên ku ji bo ewlekariya xwe tên avêtin mafê her dewleteke serwer e, di nav de Ermenîstan.

“Bi destxistina çekên berevaniyê mafê serwêrî yê Komara Ermenistanê ye ku yekparçebûna axa xwe biparêze”,- Arîn Karapêt gotîye: “Mafê Ermenîstanê jî heye ku artêşa xwe biguherîne û di wê de reforman pêk bîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button