Tramp hemû alîkarîyên leşkerî yên ji bo Ûkraînayê rawestand

Fox News ji zarê berpirsekî payebilind yê qesira Sipî ragîhand, Amerîkayê hemû alîkarîyên leşkerî yên ji bo Ûkraînayê radiwestîne heta ku serokê Amerîkaye Donald Tramp dîyar neke ku Kîyêv pabendî danûstandinên aşîtîyê ye.
“Amerîka hemî alîkarîyên leşkerî yên amerîkî ji bo Ûkraînayê radiwestîne, heya ku serok Tramp razî nebe ku Ûkraîna pabendî danûstandinên aşîtîyê ye”,- mêvandar li ser kanalê, ji zarê karbidestekî payebilind yê rêveberîya amerîkî goîye.
Wek ku kanala têlêvîzîyonê dîyar dike, ev ne li ser rawestandina daîmî ya alîkarîyê, belkî herimandinek e.
Wek ku Bloomberg destnîşan dike, biryar wê li ser hemî kelûmelên leşkerî yên amerîkî jî ku hîna radestî Ûkraînayê ne hatine derbaz kirin.
Hê jî ne dîyar e ku biryara Tramp wê bi taybetî bandorek çawa li ser peydakirina çekan ji Kîyêvê re bike.







