Parêzera Adirbêcanêye mafên mêriv li Bekûyê li cem Rûbên Vardanyan û dîlên ermenîye mayîn qesidîye

Parêzera Adirbêcanêye mafên mêriv Sabîna Elîyêva li Bekûyê li cem wan dîlên ermenî qesidîye, yên ku bi neqanûnî hatine girtinê:wezîrê Arsaxêyî dewletêyî berê Rûbên Vardanyan, serokên Qerebaxêye berê û dîlên ermenîye mayîn.Derheqa wê yekêda çapemenîya azêrîya daye dîyarkirinê.
Bi wê yekêva tevayî Bekû dîsa bi cûrê nerast dibêje, ku nêzîkbûnên hindava girtîya giva başin.
Em bîr bînin,wekî Rûbên Vardanyan 20 ê sibatê destbi nannexwerinê kiribû, çawa şikyatê dijî mehkema neqanûnî.Wextê proseya mehkemêye mayîn, 26 ê sibatê, tendurustîya wî nebaş bûye û proseya mehkemê hatibû paşdaêxistinê.Kurê Rûbên Vardanyan Davît Vardanyan daye dîyarkirinê,wekî bavê wî zêrandine û bang kirîye ku dijî van proseyên mehkemêye nerast gava biavêjin.
Organîzeyên civakî elam kirine, wekî sere Rûbên Vardanyan bi hesina guvaştine.Doxtir dibêjin,wekî ev yek bona jîyana wî qezîyaye.Ew dewê dikin ku organîzeyên navneteweyî tevlî vê yekê bibin.
Xêncî wî yekê çapemenîya azêrîya wêneyên Rûbên Vardanyan belav kirine, kîjanada dewsa zêrandina tê kifşê.







