H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê fabrîka  hilberên neftê  tê çêkirin

Wezîrê aborîyê yê Ermenîstanê Gêvorg Papoyan, li herêma Araratê fabrîka hilberîna neftê ku tê çêkirin  qesidîye.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, wezîreta aborî ya Ermenîstanê li ser vê yekê daxuyanîyek daye.

Di bernameya sermayegûzarîyê de avakirina qonax ya hilberîna neftê û tesîsên dêpokirina bitûmen, kargeheke hilberîna hîdrokarbon û organîzekirina hilberîna herêmî ya cûre-cûre hilberên neftê pêşbîn dike.

Hêjayî gotinê ye ku pêkanîna tam ya cildên hilberîna bitûmenê wê gengaz bike ku ne tenê ermenî, lê di heman demê de daxwazîya herêmî jî ji bo vê hilberê mîsoger bike.

Wezîr li gel damezrîner û serokê lijneya rêvebirîya “Sil capital” ê Êdûard Sûkîasyan, li kargehê gerîyan û xebatên heyî û yên plansazkirî nas kirin.

“Yek ji mijarên herî girîng di sîyaseta me de bi destxistina hilberên aborî yên tevlihevtir e, ango derbazbûna ji hilberîna madeya xam ya hêsan ber bi hilberîna dawîn ve”. Di vê çarçoveyê de fabrîke jî hilgirê vê sîyasetê ye, ji ber ku berhemên nîvçêkirî wê di rastîyê de bibin berhemên dawîn, ev jî gelekî girîng e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button