Ermenîstanê tu borcdarîke usa hilnedaye, ya ku ewê neqedandîye: wezîrê karên der bersiva Adirbêcanê daye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bersiva elametîya wezîreta Adirbêcanêye karên der daye, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, ku giva Ermenîstan borcdarîyên xweye bona vekirina rêyên herêmî naqedîne. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Mîrzoyan gotîye,wekî Ermenîstan dîna xwe dide tabîyên xwe û dibîne wekî tu borcdarîke usa tune, ku ewê neqedandinbe.
“Komara Ermenîstanê borcdarîke usa hilnedaye ser xwe, ya ku ewê neqandandîye”,-wezîrê karên der gotîye.
Mîrzoyan careke mayîn îzbat kirîye,wekî Ermenîstan amadeye rêyên herêmî bide vekirinê û piştgirîyê bide wê yekê.
“Em bi înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” pêşda hatine û nava dorana wê yekêda me gelek pêşnîyar raberî Adirbêcanê kirine”,-wezîr gotîye.
Bi gotina wî, pêvajoya vekirina rîya danûstandinên tevî Adirbêcanêva nayê sînorkirinê, lê dîyaloga tevî Tirkîyayê jî dikeve nava wê yekê. Mîrzoyan gotîye,wekî vekirina rêyên herêmî xeberdana berfirehye, dikeve nava kîjanê usa jî cînarê rojavayê. Mîrzoyan usa jî derheqa vekirina pirsa rîya hesinîye Gumirî-Qersêda xeberdaye.
Bi gotina wezîrê karên der, Ermenîstan hewaskare pêwandîyên locîstîk û yên transportê tevî Asîya Navîn û Çînistanê îzbatke û bona wê yekê sîstêmên Adirbêcanê bide xebatê.







