Mijara hevkarîya leşkerî-têknîkî ya di navbera Ermenîstan û Rûsyayê de di rojeva dualî de berdewam dibe: Sêrgêy Kopîrkîn

Balyozê Fêdêrasîyona Rûsyayê yê li Komara Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn dîyar kirîye ku mijara hevkarîya leşkerî-têknîkî ya di navbera Yêrêvan û Moskvayê da di rojeva têkilîyên Ermenîstan û Rûsyayê da demam dike.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, balyozê Rûsyayê yê li Ermenîstanê di hevpeyvîna li gel 24News ê gotîye.
“Tiştekî ku ez dikarim bêjim ev e ku mijara hevkarîya leşkerî-têknîkî heye, di rojeva têkilîyên me de ye. Dîyar e ku rewşa heyî bandoreke dîyar li ser pêvajoyan dike, lê me di vî warî de rêjeyek pir mezin berhev kirîye. Ji alîyê Rûsyayê ve îradeyeke sîyasî heye ku tiştên ku me hene biparêzin”.Mijar tên nîqaşkirin, hinek biryar tên girtin, hinek jî di qonaxa nîqaşê de ne. Kopîrkîn destnîşan kirîye: “Lê îradeya çareserkirina pirsgirêkan heye”.
Balyozê Rûsîyayê herwiha eşkere kir ku hebûna binkeya leşkerî ya 102 a ya Rûsîyayê û zêrevanên sînorî yên rûsî li Ermenîstanê ewlekarîya komarê mîsoger dike, ne sozên hêzên rojavayî.
“Bi qasî ku ez dizanim tu garantîya ewlehîyê ya [Rojava] ku bi têkilîyên rûsî-ermenî re binirxîne, ji alîyê kesî ve ji Ermenîstanê re nehatîye dayîn. Qet nebe, min tu belge û daxuyanî nedîtine. Pêkhateyên sereke yên hevkarîya me di warê ewlehîyê de, hevpeymanîya leşkerî-sîyasî parastî ne. “Bingeha Rûsyayê li vir dimîne, hebûna hêzên me yên sînor di prînsîpê de neguherîye û serkirdayetîya Ermenîstanê vê yekê bi erênî dinirxîne”,-ewî daye kifşê.







