H’emû nûçeSereke

Amedebûna çavdêrên Yekîtîya Ewropî li Ermenistanê ji bo rêgirtina li ber çewisandina zêdetir ji alîyê Bekûyê di proseya dîyarkirina sînor de pir girîng e: Con  Înyarîtû

Amedebûn û çalakîyên mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê roleke girîng dilîze ji bo pêşîgirtina li kiryarên êrîşkar yên din yên Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê.

Parlamêntar destnîşan kirîye: “Ji ber dagirkerîya niha ya ji alîyê Adirbêcanê ve li ser axa Ermenîstanê, amedebûna mîsîyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê ji bo pêşîgirtina li alozbûna zêdetir di pêvajoya sînordarkirinê de û pêşdabirina dîplomasîyê girîng e”.

Li ser girîngîya biryarê ji bo Ermenîstanê û Kafkasyaya Başûr jî Înyarîtû anî ziman ku ev biryar ji bo xurtkirina aramî û aşîtîya herêmê gaveke girîng e.

 “Biryara dawî ya konsêya Yekîtîya Avropayê ya dirêjkirina erka mîsîyona Yekîtîya Ewropayê ya li Ermenîstanê ji bo du salên din gaveke girîng e ji bo xurtkirina aramî û aşîtîyê li Başûrê Kafkasyayê. Parlamêntar tekez kirîye: “Mîsîyon di şopandina rewşa sînorê Ermenîstanê bi Adirbêcanê re, mîsogerkirina pêkanîna daxwazên qanûnên navneteweyî û pêşxistina dîyaloga aşîtîyane ya di navbera her du gelan de roleke girîng dilîze”.

Li gorî Con Înyarîtû, dirêjkirina mîsîyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê jî li Başûrê Kafkasîyayê û derveyî wê aşîtî û ewlehîyê pêş dixe.

Parlamêntar gotîye: “Ev biryar pabendbûna Yekîtîya EAvropayê ya ji bo piştgirîkirina Ermenîstanê di hewildanên wê yên ji bo xurtkirina rêveberîya dêmokratîk, parastina serwêrîya hiqûqê û pêşvebirina îstiqirarê de nîşan dide. Wek din, ew li gorî armancên stratêjîk yên berfireh yên Yekîtîya Avropayê yên ji bo dabînkirina aşîtî û ewlehîyê li Kafkasya Başûr û derveyî welêt e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button