H’emû nûçeSereke

Pêwandîyên xebatêye di navbera Ermenîstanê û Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîvda tên xweykirinê: Îmangalî Tasmagambêtov

Sêkrêtarê sereke, yê Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv, Îmangalî Tasmagambêtov gotîye, wekî organîze pêwandîyên xebatê tevî Ermenîstanê xweyî dike.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê sereke wextê hevpeyvîna tevî rojnama rûsîye “Îzvêstîya” ê gotîye, dema ku ewî derbarê   hevkarîya di navbera organîzeyê û Ermenîstanêda xeberdaye.

“Em pêwandîyên xebatê tevî  Yêrêvanê xweyî dikin.Ez dixwezim  careke mayîn bêjim,wekî Komara Ermenîstanê dîsa tifaqdare û borcdarîyên organîzeyêye hindava wî welatî tên xweykirinê”,-Îmangalî Tasmagambêtov gotîye.

Bi axaftina derheqa hevkarîya tevî organîzeyê ku diqewime hevkarî careke mayîn destpêbe,Tasmagambêtov gotîye,wekî formata pêwandîya nehatîye guhartinê, ew wek berêye.

Em bîr bînin,wekî sibata  sala 2024 a, Nîkol Paşînyan gotibû, wekî Ermenîstanê pêwandîyên xweye tevî Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîv qerimandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button