H’emû nûçeSereke

Bernameyeke nû ya heft salî ji bo piştgirîkirina sêktora têknolojîya bilind wê îsal dest pê bike

Hukumeta Ermenîstanê wê bernameyeke nû ya heftsalî ku sala 2025 a de dest pê dike bike,armanc ew e ku piştgirîyê bide pêşkeftina sêktora têknolojîya bilind. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, ev yek ji alîyê wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind Mxîtar Hayrapêtyan di civîna asayî ya hukumeta Ermenîtstanê de hat ragîhandin.

Bi gotina wî, bername ji du amrazên sereke pêk tê, ya yekem bernameyên piştevanîyê ne, ku wê li ser sê warên sereke bisekinin.

“Di mijara karkerên koçber yên ji 1 ê adara sala 2022 a û pê ve hatine girtin, wê pargîdanî  60 selef piştgirîya baca dahatê bistînin”.Ji 60 selefê baca dahatê wê ji bo pargîdanîyên ku mezûnên zanîngehê yên nû bi kar tînin û her weha pisporên ji nû ve hatine perwerdekirin re bê vegerandin. Ji 50  selef desteka baca dahatê wê ji bo şîrketên ku karmendan ji bo perwerdehîyê digirin bê dayîn.

“Heger  salên borî de hukumetê bi giranî sêktora IT ê kir armanc, wê demê di vê bernameyê de yekem car dîyar kir ku têknolojîya bilind çi ne”,- wezîr tekez kir.

Wezîr dîyar kir ku ji 1 ê çileya  sala 2025 a pê ve dibe ku pargîdanîyên ku di sêktorên jêrîn de dixebitin bibin xwedîyê bernameyê: hilberîna kompyûtêr û alavên optîkî, hilberîna balafir û keştîyên fezayê, peydakirina kar û barên agahdarîyê.

Wezîr anî ziman ku bi vê înîsîyatîvê hukumet hewl dide ku pîşesazîya têknolojîya bilind bike yek ji stûnên aborîya zanistî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button