H’emû nûçeSereke

Koma dostanîyê ya Swêd-Ermenîstanê, girtina neqanûnî û mûameleya hovane ya li himberî ermenîyên li Bekûyê tên kirin, şermezar kirîye

Koma dostanîyê ya parlamentoya Swêd-Ermenîstanê ji bo serbestberdana ermenîyên ku li Bekûyê ji ber sûcên neqanûnî û sexte girtî ne, banga tevgereke navneteweyî ya lezgîn dike û hişyarî da ku bêçalakî wê teşwîqkirina zext û binpêkirinên mafên mirovan zêdetir bike.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, di daxuyanîya koma dostanîya parlementoya Swêd-Ermenîstanê de bi taybetî tê gotin ku ji bo serbestberdana bê şert û merc hemû girtîyên ermenî pêwîstî bi tevgereke lezgîn û bi biryar heye.

“Em endamên koma dostanîya Swêd-Ermenîstanê ya li Rîksdagê ya Swêdê ku îmzeya wan li jêr hatîye îmzekirin, binpêkirinên hovane û sîstematîk yên mafên mirovan ji alîyê hukumeta Adirbecanê ve bi tundî şermezar dikin. Zindankirina neqanûnî, îşkenceya laşî û derûnî û çewisandina sîyasî li ser girtîyên ermenî, di nav de kesayetîyên sîyasî û sîvîl, ne tenê qeyranek mirovî, lê di heman demê de binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî jî nîşan dide. Di daxuyanîyê de hatîye gotin:”Binçavkirina keyfî ya kesan bi sûcdarîyên bê bingeh, wek amûreke zexta sîyasî tê bikaranîn, êrîşeke raste-rast ya li dijî mafên bingehîn yên mirovan e”.

Tê destnîşankirin ku berdewamkirina girtina welatîyên ermenî û girtîyên şer binpêkirina eşkere ya peymana Cênêvayê û danezana gerdûnî ya mafên mirovan e.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Ev kiryarên ku hatine kirin û bêceza mane, îşkenceya bi destê zorê ya dewletê û windakirinên bi destê zorê yên bi armanca bêdengkirina nerazîbûnên sîyasî û xistina tirsê ne”.

Daxuyanîyê tekezî li ser wê yekê dike ku rêxistinên serbixwe yên mafên mirovan û pisporên yasayî, reftarên nemirovane û rûreşkirina van girtîyan belge kirine.

“Ew rastî îşkenceyên hovane hatin, ji parêzeran bêpar hatin hiştin, bi zorê li darizandinên sexte hatin girtin û bûne qurbanîyên hovane”. Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Ev yek zîyanê digihîne nav û dengê Adirbecanê û mînakeke metirsîdar ji bo rejîmên otorîter li seranserê cîhanê”.

Rêxistinê tekezî li ser wê yekê kir ku, berdewamîya bikaranîna girtîyên sîyasî ji alîyê Adirbêcanê ve, wek karîgerîkirin û birêkûpêkkirina wan, stratejîyeke ji bo têkdana aramî û dadmendîya navçeyî ye.

Parlamentarên ku îmze kirine jî tekez kirin ku nebûna bersiveke tund ya navneteweyî tenê teşwîqê binpêkirin û zextan dike.

Daxuyanî tekez dike ku bêhelwestîya civaka navdewletî li hember van binpêkirinên mezin, tê wateya hevkarî, geşbûna otorîtarîzmê û kûrkirina krîzê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button