Sîstêma parastinê ya Ermenîstanê bo rêformkirinêye û nîyeta bikaranîna van sîstêman li dijî alîyên din yên sêyemîn tune: Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Hindistanê de hevpeyvînek li gel mêdyaya herêmî ya navdar WION ku mijarên polîtîkaya derve dişopîne, kirîye. Derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandîye.
Wezîr Mîrzoyan di hevdîtinê de pirsên li ser rojeva hevkarîyên dualî yên Ermenîstan û Hindistanê, qadên ku potênsîyala pêşketinê ya mezin heye, di platformên navneteweyî de piştgirîya hevdu, xebatên ji bo avakirina aşîtîyê li Kafkasya Başûr û mijarên din yên rojeva herêmî û navneteweyî bersivandin.
“Eşkere ye ku berevanî yek ji wan deveran e, yek ji wan warên ku me bi Hindistanê re hevkarîyek pir nêzîk heye, û ez texmîn dikim ku ev hevkarî wê kûrtir bibe. Lê ez dixwazim bibêjim ku ev hevkarî û bi taybetî wergirtina hin alavên taybetî yên ku li Hindistanê têne çêkirin, ne ji bo karanîna Ermenîstanê ye yan jî, bi wateyek din, ew li dijî alîyekî sêyemîn nayê armanc kirin.
Heya we jê heye ku em bi cînarên xwe yê rojhilatî re mijûlî danûstandinên aşîtîyê ne, lê bi giştî em li ser avakirina aşîtî û aramîyê û asayîkirina têkilîyên bi cînarên xwe re mijûl in van pergalan li dijî her kesê sêyemîn bikar bînin.
Li ser hevkarîya Ermenîstan û Hindistanê ya li ser platformên navneteweyî, divê ez bibêjim ku li vir hevkarîya me ya pir nêzîk heye. Em piştgirîya namzedên hevdu dikin, û pir caran em li ser platformên cîhêreng yên navneteweyî piştgirîya hevdu dikin.
Di derbarê proseya asayîkirina peywendîyên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de, divê ez li vir bibêjim ku em pir nêzîkî hev in, mebesta min bi dawîkirina pêşnûmeya rêkeftina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ye. Û ev yek jî tê temamkirina gavên din, danûstandin û peymanên ku me bi Adirbêcanê re hene, wek nimûne, berî çend mehan me karî em rêziknameya karê komîsyonên sînorî yên di navbera her du dewletan de îmze bikin û pesend bikin.
Mixabin em dibînin ku hemû mêxanîzmayên ku îro di nava netewên yekgirtî de kar dikin û herwiha yên li derveyî sîstêma Netewên Yekbûyî kar dikin, têrê nakin û garantîya rêgirtin, birêvebirin û rawestandina nakokîyan li deverên cuda yên cîhanê nadin me. Her ku diçe dîyar dibe ku pergala Neteweyên Yekbûyî muhtacê hin rêforman e.Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bi taybetî di bersivên xwe de wiha gotîye: “Em bi nêzîkatî û helwesta Hindistanê dizanin û piştgirîyê didin wê nêzîkatîyê”.







