Komîserê Yekîtîya Avropayê dibêje, divê tavilê raporên îşkencekirina ermenîyên li Bekûyê bên lêkolînkirin

Komîsarê ênêrjîyê yê Yekîtîya Avropayê Dan Yorgênsên dîyar kirîye ku divê raporên îşkence û mûameleya dijmirovî ya li hemberî girtîyên ermenî yên li Bekûyê tên girtin, tavîlê û bêalî bên lêkolînkirin.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, Yorgênsên ev yek di dema gotûbêjkirina biryara lezgîn ya li ser girtîyên ermenî li parlamentoya Avropayê gotîye.
“Komîsîyona Avropayê çavdêrîya darizandina 16 bersûcên ermenî yên ji Qerebaxa Çîya dike, ku 17 ê çileya îsal de li dadgeha leşkerî ya Bekûyê dest pê kirîye. Haya me jê heye ku rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe li ser dadperwerîya van dadgehan û mûameleya li hember tawanbaran anîne ziman. Gelek ji we jî heman fikar anîne ziman û îro em van mijaran pir cidî dibînin, geşedanan dişopînin. Divê mafê darizandina edil bê garantîkirin û rêzgirtin. Komîsar Yorgênsên gotîye: “Nûnerê taybet yê Yekîtîya Avropayê ji bo Kafkasya Başûr jî van mijaran ji nêz ve dişopîne û fikarên me ji rayedarên Bekûyê re radigihîne”. Berîya her tiştî rêzgirtina mafên mirovan û dewleta hiqûqê ye.
“Ji ber vê yekê Yekîtîya Avropayê wê berdewam be li ser daxwaza hukumeta Adirbêcanê ku bi erkên xwe yên navneteweyî re, ku di nav wan de mafê pêvajoya dadwerî û dadgehkirina dadmendî ye, bicîh bîne”. Em ê hemû derfetan bikar bînin da ku Adirbêcan ji bo girtîyan şert û mercên birûmet û ewledar peyda bike. “Raporên îşkence û mûameleya nemirovane divê bi lez û bêalî bên lêkolînkirin”,- komîsar destnîşan kirîye.
Komîsar Yorgênsên anî ziman ku Yekîtîya Avropayê wê bidomîne bang li Ermenîstanê û Adibêcanê dike ku li ser serkeftinên ku berê bi dest xistine ava bikin û ber bi normalîzekirina têkilîyan bi tevahî pêşve biçin.
“Yekîtîya Avropayê wê bi hemû amûrên di destê me de bi kar bîne. Em amade ne ku di dîyalogê de ji bo avakirina aşîtîyek mayînde û domdar piştgirî bidin alîyan”.
Di rûniştina giştî ya parlamentoya Avropayê de, 12 ê adarê de, biryara lezgîn ya li ser girtîyên ermenî yên bi awayekî neqanûnî li Bekûyê tên girtin, hate nîqaşkirin û wê di 13 ê adarê de bê dengdan.







