SerekeSîyasî

Êrîk Hêlsborn îdîaya maşîna propagandayê ya Bekûyê ya ku dibêje Ermenîstan plana êrîşa li ser Adirbêcanê dike bêwate bi nav kirîye

Parlamêntarê Swêdê Êrîk Hêlsborn behsa gotareke ku herî dawî di malpera Adirbêcanê Caliber.az de hatîye weşandin û tê îdîakirin ku Ermenîstan plana êrîşa li ser Adirbêcanê dike. Hêlsborn tekez kir ku Adirbêcan bi van îdîayên derew hewl dide tundîya xwe rewa bike.

Li gor nûçeya “Armenpress”ê, parlamêntera Swêdê li ser vê yekê li ser mîkrobloga xwe X ê nivîsîye.

Hêlsborn di destpêkê de destnîşan kir ku her çend Caliber ne malpera fermî ya rêjîma Adirbêcanê ye, lê welatek otorîter e û li wir çapemenîyek azad û serbixwe tune. Wek mînak, Adirbêcan di rêza 164 a de di îndêksa azadîya çapemenîyê de cîh digire.

“Bêguman sûcdarkirin bêwate ye. Parlamêntarê swêdî nivîsîye: “Her çend ku dîktatorîya Bekûyê gelek caran gotinên şerker bikar tîne, hukumeta Yêrêvanê ku bi rêyên dêmokratîk hatîye hilbijartin hewl dide ku rêyek ji bo aşîtîyê peyda bike. Hilbet rast e ku Ermenîstan artêşa xwe xurt dike û nûjen dike, lê ev bersivek e li hember êrîşa Adirbêcanê”.

Lê belê, ewî da zanîn ku şîyanên leşkerî yên Adirbêcanê zêdetir in, û bêwate ye ku meriv bifikire ku Ermenîstan wê hewl bide ku ji hêla leşkerî ve Adirbêcanek pir bihêztir dagir bike.

Hêlsborn dîyar kir ku gotara şandeya çavdêrîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê jî kirîye armanc û çavdêran bi îdîaya sîxurîyê li hêzên Adirbêcanê tawanbar kirine û piştre ew agahî dane Ermenîstanê.Parlamêntarê swêdî van ramanan weke têorîyên paqij yên komployê red kir.

 “Ermenîstan dixwaze ku cîhan bibîne ku li herêmê çi diqewime, Adirbêcan naxwaze”. Hêlsborn tekez kirîye:”Ev gelek tişt dibêje ka kî aşîtîyê tehdîd dike”.

Tekez kir ku metirsîya aşîtîyê ji Ermenîstanê nayê. Û îdîayên alîyê Adirbêcanê ku dibêje Ermenîstan amadekarîya êrîşê dike, divê wek hişyarîyeke Adirbêcanê li ser mebesteke wiha bê dîtin.

Parlamêntarê swêdî destnîşan kirîye: “Rêzik ew e ku Adirbêcan plan dike ku îdîayên derew yên tundûtûjîyê yên Ermenîstanê bikar bîne da ku şîdeta xwe rewa bike”.

Ewî bi taybetî gotina di dawîya gotara Caliber.az de gelek xemgîn dîtîye: “Hemû alavên înşaetê yên li Yêrêvanê wê ber bi Yêrablûrê ve werin şandin”.

Hêlsborn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zehmet e ku meriv vê peyamê wekî tiştek din şîrove bike ji bilî ku ew amade ne ku bi hezaran mirovan bikujin. Adirbêcan divê bizane ku li Avropayê tu kes çîroka wan ya derewîn nakire. Û destpêkirina pevçûyîneke çekdarî ya nû wê ramanek pir xirab be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button