Mihêr Grîgoryan û serokê îdara banka Asyayêye pêşkeftinê, yê beşa Asîya Navîn û Rojavayê bûyarên herêmê gotûbêj kirine

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan serokê îdara banka Asyayêye pêşkeftinê, yê beşa Asîya Navîn û Rojavayê Yêvgênî Jûkov qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê usa jî serokê ofîsa bankêye li Ermenîstanê Don Lambêrd amade bûye. Derbarê wê yekêda ji qulixdarîya hukumatêye çapemenîyê ragîhandine.
Bernamên ku li Ermenîstanê bi hevkarîya bankê tên mîyaserkirinê, hatine gotûbêjkirinê.Cîgirê serokwezîr xebitandina cêribandinê girîng hesab kirîye.
Herdu alîya jî beşdarbûna banka Asîyayêye pêşkeftinê, ya nava bernamên li Ermenîstanê girîng hesab kirine. Mihêr Grîgoryan cuda derheqa hevkarîya nava doranên bernama çareserkirina pirsa avayên jîyînê daye dîyarkirinê. Bûyarên herêmî jî, nava wanda înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê”, hatine gotûbêjkirinê.







