H’emû nûçeSereke

Ultîmatûm û daxwazên ne mûmkin: Adirbêcan danûstandinên bi Ermenîstanê re berbi xitimandinê ve dibe

Xuya ye ku Adirbbêcan îmzekirina peymana aşîtiyê ya bi Ermenîstanê re taloq dike. Bi kêmanî, ev yek ji ber zêdebûna daxuyaniyên di şiklê ultîmatomên Bekûyê de û eşkere ye ku daxwazên ne mumkin, bi taybetî di demek kurt de diyar dibe.

Li ser pêşniyara avaker ya ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê,wezîreta karên der ya Adirbêcanê dest bi tîrêjê kirîye, ku esilê wê di ultîmatom û daxwazên ne mumkin de ye.

Berdevkê wezîreta karên  der ya Adirbêcanê Ayxan Hacîzadê gotîye: “Em daxuyaniya serokwezîrê Ermenîstanê ya 18 ê adara sala 2025 a, ku li gel îdiayên bi tevahî bêbingeh yên li dijî Adirbêcanê, rastiyên li ser erdê û rastiyên topbarankirina herêmên sînor berovajî dike, bi awayekî katêgorîk red dikin”. Em bînin bîra xwe ku Yêrêvanê ji Bekûyê xwestibû ku derbarê topbaranê de rastiyan pêşkêş bike. Di bersivê de,wezîreta karên der  ya Adirbêcanê ragihand ku “şertê sereke ji bo bidestxistina îstiqrarê, rawestandina topbaranê ye, ku ji aliyê wezîreta berevaniya Adirbêcanê ve hatiye ragihandin, û herwiha provokasyonên eşkere yên leşkerên Ermenîstanê yên ku di tomarên vîdyoyî de hatine tomarkirin, ku aliyên êrmenî jî ji wan agahdar in”. Tu rastî nehatin  raberkirin.

Berdevkê wezîreta karên der  ya Adirbêcanê derbarê bidawîhatina danûstandinên li ser têksta peymana aşîtîyê de, bi awayekî gelek şaş Yêrêvan bi “sabotekirina pêvajoya danûstandinan bi her awayî” tawanbar kir, piştî wê yekê ew qebûl kir ku “milîtarîzekirina mezin, di nav de bicihkirina çekên lêdanê li herêmên sînor”.

Hacîzadê careke din daxwaza guhertina destûra bingehîn ya Ermenîstanê anî ziman. “Em careke din balê dikişînin ser helwesta prînsîp ya Adirbêcanê, ango şertê sereke ji bo îmzekirina metna gotûbêjkirî ew e ku guhertin di destûra bingehîn ya Ermenistanê de bê kirin, da ku daxwazên Adirbêcanê yên serwerî û yekparçeyiya axa ji holê rakin”. Di heman demê de em tekezî li ser pêwîstiya hilweşandina fermî ya Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û  Ewlehîya Avropayê   ya kevinar û bêbandor û pêkhateyên girêdayî wê dikin”.

Wek ku derket holê, riyên ku ji aliyê ermenî ve tên pêşniyarkirin, Bêkûyê razî nake.

“Eger aliyê ermenî bi rastî eleqedar e ku li herêmê peywendiyan veke, divê ji erkên xwe dûr nekeve û li gorî rastiyên nû yên li herêmê ji bo vekirina peywendiyan gavên pratîkî bavêje”. Berpirsê Adirbêcanê bi gefxwarinê gotîye: “Adirbêcan wê hewldanên xwe yên aşîtîyê di hemû aliyan de bidomîne û wê bi biryar gavên ku li dijî vê pêvajoyê ne bişkîne”.

Ji zimanê Hacîzadê hatiye wergerandin, ev tê wê maneyê ku Bekû qet bi aştiyeke rasteqîn re eleqedar nabe, tenê bi lûtkeyên zextê re eleqedar e. Niha Adirbêcan bi hemû nazikî û derewên xwe daxwaza “korîdorekê” dike û li gor amadebûna binesaziyê, qet ne li ser rêya Mexrîyê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button