
Hukumeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî ji bo Konferansa 9 emîn ya li ser Sûrîyayê ku li Bryûsêla paytexta Belçîkayê tê lidarxistin, hat vexwendin.
Di roja duyem ya konferansê de Dilawer Ajgeyî wê nûnertîya Hukumeta Herêma Kurdistanê bike û beşdarî konferansê bibe.
Konfêransa ku doh dest pê kirîye û di asta wezîrên karên der de hatîye lidarxistin, bi beşdariya balyoz û nûnerên welatan berdewam dike.
Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihandîye:
“Wek Hukumeta Herêma Kurdistanê, em bi awayekî fermî ji bo vê konfêransê hatin vexwendin.
Emê nêrînên xwe yên li ser paşeroj û jinûveavakirina Sûryayê bi civaka navneteweyê re parve bikin”.
Dilawer Ajgeyî diyar kirîye ku hemû aliyên ku di warên aborî, siyasî, ewlehî û civakî yên Sûryayê de xwedî gotin in, ji bo vê konfêransê hatine vexwendin û gotîye:
“Hukumeta Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de cih digire”.
Dilawer Ajgeyî her wiha anîye ziman:
“Em li ser navê hukumetê nêrînên xwe yên li ser Sûryayê û bûyeran diyar dikin.
Ev nêrîn wê wek helwesta fermî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê werin qeydkirin”.
Yekîtiya Avropayê ji sala 2017 a vir ve li Bryûsêlê konfêransa alîkariyê Sûryayê li dar dixe.
Yekîtîya Avropayê û welatên endam soz didin ku alîkarî û krêdiyê bidin Sûryayê û civakên li herêmê.
Konfêransa ku îsal bi sernavê “Piştgirya Sûryayê: pêdiviyên ji bo guherîneke serkeftî” dê were lidarxistin, wê bibe yekem civîna ku birêvebiriya Sûryayê jî beşdar dibe.







