Ermenîstan amade ye ku bi metneke lihevkirî peymanekê îmze bike:Mîrzoyan ji wezîrê Brazîlyayêyî karên der re

Wezîreta karên der ragîhandye ku di 19-20 ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi serdana fermî li Komara Fêdêral ya Brezîlyayê ye.
Di çarçoveya serdanê de di navbera wezîrên karên der yên Ermenîstanê û Brazîlyayê de hevdîtinek pêk hatîye.Ararat Mîrzoyan û Maûro Vîêyra bi berfirehî li ser hemû mijar û destpêşxerîyên ku ji bo berfirekirina rojeva dualî, kûrkirina dîyaloga sîyasî û pêşxistina hevkarîyê di çend waran de yên ku di berjewendîya hev de ne, gotûbêj kirine.
“Wezîrên Ermenîstanê û Brazîlyayêye karên der li ser derfetên taybetî yên ji bo berfirehkirina hevkarîyê di warên wek aborî, bazirganî, perwerdehî, nûjenî, têknolojîyên bilind û ÿnêrjîyê de nêrînên xwe dan hev. Her du alîyan li ser îradeya xwe ya mezin ya ji bo pêşxistina sermayegûzarî û têkilîyên bazirganîyê îradeya xwe ya mezin destnîşan kirine”.
Çalakîyên pêşerojê bi beşdarîya dezgeh û dezgehên pêwendîdar yên her du welatan hatine dîyarkirin.Wezîran li ser mijarên rojeva navneteweyî nêrînên xwe dan hev û li ser mijarên hevkarîyên aktîv yên berîya niha li platformên cûre-cûre hatine avakirin, nirxandin kirin. Di çarçoveya mijarên herêmî de, wezîrê Mîrzoyan bi berfirehî nêrîna Ermenîstanê ya avakirina aşîtîyê li Kafkasyaya Başûr, xebatên ku ji bo vê armancê hatine kirin, di nav de pêşxistin û lihevkirina li ser reşnivîsa peymana aşîtîyê raber kirîye.Wezîr Mîrzoyan destnîşan kir ku Ermenîstan amade ye bi metneke lihevkirî peymanekê îmze bike û ji bo îstiqirar û aştîyeke berfireh li herêmê bibe bingeheke baş”.







