
Serok Mesûd Barzanî 19 ê adarê pêşwazî li balyozê Îtalyayê li Îraqê Nîkolo Fontana kirîye.
Baregeha Barzanî belav kirîye, di hevdîtinê de ku konsûlê giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Tomaso Sansonê jî tê de amade bûye, pêşhatên dawî yên sîyasî û ewlehîyê yên Îraqê û navçeyê, rewşa Sûryayê û rêkeftina di navbera alîyên kurdî û hukumeta nû ya Sûryayê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser pêvajoya aşîtîyê li Tirkîyayê û balyozê Îtalyayê li Îraqê rola serok Barzanî ya di hevkarîya ji bo çareserîya aştîyane û dîyalogê li Tirkîyayê de, bilind nirxand.
Her di vê hevdîtinê de, pêngavên pêkanîna kabîneya dehem ya hukumeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên parlamentoya Îraqê yên payîza bê jî hatin guftûgokirin.
Metirsîya têrorê li navçeyê, mijareke din ya vê hevdîtinê bû.







