H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan qehremanîya mezin daye kifşê wekî dokûmênta  derheqa  aşîtîyêda qebûl kirîye:Andêrs Fog Rasmûsên

Sêkrêtarê NATO ê yî berê destanîna qayîlîya dora qaylkirina aşîtîyê, ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda silav kirîye û difikire wekî  serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol  Paşînyan qehremanîya mezin daye dîyarkirinê ku wê dokûmêntêra qayîl bûye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Andêrs Fog Rasmûsên derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa li Îcêvanê gotîye.

Ewî gotîye ku ew çawa serokê organîzeya “Rasmûsên global” ê piştgirîyê dide Ermenîstanê ku pêwandîyên navneteweyî bidine organîzekirinê.Ewî daye dîyarkirinê ku ew dixweze li Kafkasîya Başûr aşîtî îzbatbe.

Ewî usa jî derheqa piştgirîya xweye hindava progirama hukumatêye “Xaçerêya aşîtîyê” daye dîyarkirinê.Rasmûsên usa jî gotîye wekî wextê çareserkirina pêwandîya Ermenîstanêye tevî Tirkîyayê û Adirbêcanê wê hermê berbi gulvedanê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button