
Serok Mesûd Barzanî 20 ê adarê peyamek bi boneya cejina Newrozê û hatina sersala kurdî peyamek belav kir û tê de ragihandîye: “Li cejina neteweyî ya Newrozê da bi rûmetê ve tekez li ser çanda pêkvejiyan û peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê dikin”.
Peyama serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Newroz ji bo gelê Kurdistanê, bihar û nûbûn û ronahî û azadiye. Newroz wateya jiyaneke nû û mizgîniya serkeftina ronahî li ser tarîtî û zulmê da dide. Bi helkefta hatina cejina neteweyî ya Newrozê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû çînên xelkê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya Newrozê li hemû zarok û gedeyên gelê kurd li perçeyên dinê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li wan hemû neteweyan dikim ku Newroz beşeke ji dîrok û çand û dab û nerîtên wan.
Li vir da dixwazim bi germî pîrozbahiya Newrozê li revenda kurdî û li wan milyonan kurdan bikin ku bi hesteke bilind ve dûrî li axa niştimana xwe cejina Newrozê bi bilind radigrin û nirxên Newrozê bi hemû cîhanê da belav dikin. Ji wan re dibêjim ku hûn herdem li hizir û wîcdana me da ne û xweşî û cejinên we berdewamiya xweşî û cejnên me ye. Cihê şanaziyê ye ku dibînîn dest li nav dest û bi yek dilî li Newrozê da ala azadî û rûmetê bilind dikin. Gelek xweşhalim ku li bajarê Koylnê ya Almanîyayê li rêwresmeke mezin da evînî û soza xwe ji bo welatê xwe dûpat dikin, hûn deng û rengê gelê xwe ne û destxweşiyê li we dikim.
Li cejina neteweyî ya Newrozê da bi rûmetê ve tekez li ser çanda pêkvejiyan û peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê dikin. Her li vî warî de piştevaniyê li proseya aşîtî û çareseriya li Tirkîyayê dikin û aştiyê bi take rêya rast û dirust ya çareser kirina kêşeyan dizanîn. Her li vê helkeftê de bi wê hêviyê ne dawî bi êş û janên gelê kurd li Sûrîyayê bê û kurd bi helwesteke hevbeş û bi rêkarên aştîyane bi alîyên dinê Sûrîyayê re bigihin encameke ku li xizmeta hemû aliyek da bê.
Hêvîdar im Newroza îsal bibê destpêkek ji bo bextewerî û xweşî ya hemû xelkê Kurdistanê û Iraqê û ev Newroz û hemû cejinên xwe li kameranî û bexteweriyê de bikin. Hêviya ewe dixwazim gelên navçeyê bikarin li bin aramiyê da li rewşeke aştiyane û birayetiyê da bijîn.
Newroza we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da.







