Diqewime bona alîyê azêrîya ew yek tiştekî nişkêva bû: Sîmonyan derheqa Bekûyêda gotîye

Ez nafakirim wekî pêvajo ketîye hesarê.Derheqa wê yekêda serokê parlamêntê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.
“Diqewime bona alîyê azêrîya ew yek tiştekî nişkêva bû ku pêşnîyar hate kirinê pêşda herin.Ez difikirim wekî ew agirkirin menîya lêkolînkirina cudaye û dikare bibe menîya lêkolîna dualî jî û bona wê yekê xebat tê kirinê, bona ku pêşerojêda mêxanîzmek hebe ku ji tiştên usa dûr bimînin”,- serokê parlamêntê gotîye.
Gelo bona Bekûyê ji bo çi tiştekî nişkêva bû, Alên Sîmonyan wa gotîye:
“Ew yek usa jî bûyarên pêşdava girêdayîye.Li cem azêrîya fikireke usa pêşda hatîye, wekî ew dikarin qayîlîya xwe bidine tiştekî, lê pêra jî zanin,wekî yeke ermenî wê qayîl nebin.Eva fikira mine şexsîye û merem nava gotûbêjkirina peymanêda bûye, bona ku bighîjine encamekî”.
Em bîr bîni, wekî wezîreta Adirbêcanêye parastinê çend roja ser hev înformasîyayên nerast belav dikirin ku giva ji alîyê Ermenîstanêda berbi sînorê Adirbêcanê agir dikin.







