SerekeSîyasî

Pisporê îranî êrîşa Adirbêcanê ya mezin bo ser Ermenîstanê di vê demê de ne mûmkûne dibîne

Zanyarê navneteweyî û pisporê îranî yê pirsên Kafkasya Başûr Êhsan Movahêdîan, îhtîmala êrîşeke berfireh ya Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê di şert û mercên niha de kêm dinirxîne, him rewşa aloz ya herêmê û hem jî piştgirîya Ermenîstanê li welatên navçeyî û derveyî herêmê.

Mamostayê zanîngeha ATU (Allameh Tabataba) ya Têhranê Êhsan Movahêdîan di hevpeyvînekê de li gel peyamnêrê “Armenpress” ê, amaje bi dêzînformasyonên wezîreta berevanîya Adirbêcanê ya di çend rojên borî de ku tê gotin hêzên çekdar yên Ermenîstanê guleyan li çeperên Adirbêcanê dibarînin, kir.Pisporê îranî da zanîn ku bi reftareke wiha, alîyê Adirbêcanê dixwaze bi qasî ku pêkan e ji Ermenîstanê tawîzan bigire.

 “Adirbêcan dixwaze ku hûn bikevin tengasîyê. Pisporê îranî tekez kirîye: “Ew dixwazin nîşan bidin ku heger dixwazin li Ermenîstanê peymana aşîtîyê îmze bikin, divê zêdetir berê xwe bidin Bekûyê û daxwazên wê qebûl bikin”.Li gorî çavdêrîya wî, dema Adirbêcan dest bi daxuyanîyên bi vî rengî yan jî gavên bi vî rengî dike, bi rastî propagandayên derew û xapandinê dike, ev tê wê wateyê ku Bekû bêhêvî bûye.

“Ez difikirim ku Ermenîstan divê nîşanî Adirbêcanê bide ku ew tişta ku Bekû dixwaze ferz bike qebûl nake, ji ber ku ew di têkilîyên navneteweyî de nayê pejirandin û li dijî rêziknameyên normal û qanûnên navneteweyî ye”. Her wiha hûn dizanin ku Îran teqez piştgirîya we dike û hin hevkarên herêmê jî di vê mijarê de teqez piştgirîya Ermenîstanê dikin. Mînakî, Hindistan, hûn dikarin xwe bispêrin Gurcistanê jî, ji bilî vê, hin welatên rojavayî jî piştgirî didin we”,- Êhsan Movahêdîan destnîşan kirîye.

Li gor pisporan, dibe ku Bekû di demeke nêzîk de li navçeyên sînorî hin pevçûyînên herêmî derbixe û bi armanca bidestxistina hin xalan.Lê belê ez bawer nakim ku Adirbêcan di demek nêzîk de hewl bide êrîşî Syûnîkê bike. Ez wisa difikirim ku Bekû niha nikare vê yekê bike, ji ber ku rewşa herêmê pir aloz e. Pisporê îranî tekez kirîye: “Divê Adirbêcan di vê rewşê de raweste û berî her tiştî baş bifikire”.

Ewî bal kişande ser wê yekê ku eger di van şert û mercan de Îran û Ermenîstan hin rahênanên serbazî bi rê ve bibin, ew jî bi beşdarîya welatên din ji bo nimûne, Hindistan û heta Rûsyayê, wê bibe peyameke zelal û bihêz bo Bekûyê.

“Heger Îran û Ermenîstan modêleke hevpar ya leşkerî bidin destpêkirin, wê ji hemû dijminan re bibe peyameke xurt. Adirbêcan nikare tiştekî bide destpêkirin, tenê dixwazin we bitirsînin. Divê hukumeta Ermenîstanê li dijî van şert û mercên pêşwext derkeve, ji ber ku Bekû dixwaze heqaretê li welatekî serwêr Ermenîstanê bike û ev yek bi dawî nabe. Dema ku hûn bi berdewamî tiştek qebûl bikin, Bekû wê paşê tiştek nû bêje. Movahêdîan di axavtina xwe de gotîye: “Divê Ermenîstan dev ji qebûlkirina şert û mercên pêşwext berde û bi zêdekirina amadehî û hêza xwe ya leşkerî xurt bibe û ez hêvî dikim ku bi vî awayî bikaribe Adirbêcanê rawestîne”.

Di vê hevdîtinê de pisporê îranî herwiha amaje bi peywendîya têlefonî ya ku çend roj berê di navbera serokwezîrê Komara Ermenîstanê û serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pêzêşkîyan de pêk hatibû, kir û bal kişand ser wê yekê ku di hevdîtinê de bi awayekî eşkere stratêjîya peywendîyên Ermenîstanê û Îranê dupat kirin.

“Ez di wê bawerîyê de me ku behsa xetên sor yên Îranê hat kirin, ku behsa parastin û binpêkirina sînorê Ermenistan û Îranê dike.”Êhsan Movahêdîan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi bawerîya min serokên her du welatan li ser peywendîyên aborî, destkeft û qebareya bazirganîyê jî axivîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button