Ermenîstanê pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye ku şêwirdarîya dora wede û cîhê îmzekirina qaylnivîsara aşîtîyê destpê bikin

Ermenîstanê pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye ku şêwirdarîya dora wede û cîhê îmzekirina qaylnivîsara aşîtîyê destpê bikin.
“Armenpress” ê ragîhandîye, wekî derbarê wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê dayîna bersivên pirsaye li parlamêntê gotîye.
“Me pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye ku şêwirdarîya destpêkin.Pêşnîyar usa jî bi kanalên dîplomatî tên kirinê û xebat tên mîyaserkirinê.Ew yek ne başe ku derheqa xebata dîplomatîda gilîkin, dema ku xebat encam bide, emê encamê wê bibînin”,-Paşînyan gotîye.
13 ê adarê, Adirbêcanê bi fermî elam kir wekî dora têksta peymana aşîtîyê qaylî hatîye destanînê.Wezîreta Ermenîstanêye karên der da dîyarkirinê ku amedeye dora cîh û wedê îmzekirina peymanê gotûbêjkirina destpêke.
Piştî wê yekê, cêrge welat û organîzeyên li dinîyayê destanîna qaylîya dora têksta peymanê silav kirine û bi hîvîdarî gotine, wekî zûtirekê peymanê bê îmzekirin.
Feqet Adirbêcan qewilên nû bona wê yekê pêşda dikişîne û dibêje ku gerekê nava Konstîtûsîya Ermenîstanêda guhartin bêne kirinê û koma Mînskê jî gerekê bê belavkirinê.







