Dibe ku aştî ji alîyê Adirbêcanê ve bê tehdîtkirin: wezîrê Ermenîstanêyî karên

“Peymana aşîtîyê” pir baş xuya dike, lê di rastîyê de, heya niha me tenê karîye projeya peymanê temam bike. Tê de pêşgotinek û 17 made hene û piştî danûstandinên dûr û dirêj me karîye li ser nivîsê li hev bikin. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Brazîlyayê di hevpeyvîna li gel rojnameya “Correio Braziliense” gotîye.
Mîrzoyan gotîye ku Ermenîstanê yekser bi eşkere amadebûna xwe ji bo destpêkirina rawêjkarîyê bi hevkarên Adirbêcanê re ji bo dîyarkirina cîh û dîroka îmzekirina peymana aşîtîyê nîşan daye.
“Mixabin tiştên ku em ji alîyê Adirbêcanê dibihîzin wiha ye: “Em bi nivîsê razî ne, lê ji bo peymana aşîtîyê têrê nake”. Her wiha pêwîst e li ser maseya mûzakereyê çend şert û mercên pêşwext bên gotûbêjkirin, da ku îmzekirina peymana aşîtîyê pêk bê”. Di nav van şertan de guherînên destûra Ermenîstanê û sînordarkirina dayîna cebilxane û çekan ji bo Komara Ermenîstanê hene.
Mîrzoyan eşkere kir ku ji Adirêcanê pêşnîyar hatîye kirin ku mêxanîzmeke dualî ji bo kontrolkirin û verastkirina çekanbê çêkirin. Ji Adirêcanê tu bersiveke erênî nehat. Berevajî vê yekê, hefteya borî wan îdîayên derewîn kirin ku hêzên çekdar yên Ermenîstanê li herêma sînor agirbest binpê kirine.
Li gorî Mîrzoyan, pêşnîyara din jî ew bû ku mêxanîzmek ji bo verastkirina dualî ya bûyarên sînor bê çêkirin.
“Me her weha vekirina girêdanên ragîhandinê, veguhastin û binesazîyê pêşnîyar kirîye”. Adirbêcan divê rêyên me yên hesinî bikar bîne da ku du parçeyên welatê xwe bi hev ve girêbide. Lê dîsa di vî warî de me bersiveke erênî negirt. Ez dikarim hemû cîhan û Adirbêcanê piştrast bikim ku Ermenîstan bi tevahî girêdayî rojeva aşîtîyê ye. Ne nîyeta me, ne sedem û ne jî motîvasyoneke me ya destpêkirina şerekî nû yan jî alozkirina rewşê nîne. Nûçeyên erênî hene: encamdana danûstandinan û amadebûna reşnivîsa peymana aşîtîyê. Lê belê, nûçeyên xemgîn jî hene. Ararat Mîrzoyan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Belê, li gorî hemû tiştên ku em ji alîyê Adirbêcanê dibihîzin, dibe ku aşîtî ji ber Adirbêcanê bikeve xeterê.







