SerekeSîyasî

Serperiştê revenda kurdistanî peyama pîrozbahîyê ya serok Barzanî gehand parlamana Brîtanîyayê

Serperiştê şiştî yê revenda kurdistanî bi helkefta cejina Newrozê silav û pîrozbahiyên serok Barzanî gîhandin serok û endamên parlamana Brîtanîyayê û çend wezîrên wî welatî.

Serokê parlamana Brîtanîyayê Lîndsî Hêm ji bo sala duyê di mala xwe de bi amadebûna serperiştê giştî yê revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî û çend wezîr û endamên parlamana Brîtanîyayê û berpirsên partiyên kurdî û hejmareke revenda kurdistanî merasîmek ji bo ahenga Newrozê rêk xist.

Di nav wê merasîmê de, Şîfa Barzanî pîrozbahî û silavên serok Barzanî bi helkefta cejina Newrozê gîhandin kesên ku di nav wê merasîmê de amamde bûbûn. Navbirî tekez jî kir ku “Newroz ji bo kurdan tenê cejin nîne, belkî amajeya nûbûnê ye û manaya serkeftina li ser zulm û zordariyê ye wek çawa serkeftina ronahiyê li ser tarîtiyê ye”.

Navbirî amaje da rewşa Rojhilata Navîn û pirsa kurdan di wê çarçoveyê de jî, herwesa daxwaz jî kir wek çawa Brîtanya di Newrozê de tevlî xweşiyên wan dibe, piştevaniya kurdên her çar parçeyên Kurdistanê jî ji bo bidestxistina mafên wan yên rewa û çespandina mafên wan di destûrên wan welatan de yên ku ew parve kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button