Qaylkirina aşîtîyê, ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda wê ya birîyarkirbe: Mîrzoyan

Qaylkirina aşîtîyê, ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda wê ya biryarkirbe.Li gorî ragîhandina Sputnik Kazaxstan ê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Qazaxistanê gotîye.
“Piştî hevraxeberdanên wededirêj, wedeye ku qaylnivîsar bê îmzekirinê û pêşda herin bona ku li Kafkasîya Başûr bighîjine aşîtîyê û vekirina mecalên êkonomîkî”,-Mîrzoyan gotîye.
Wextê hevdîtina tevî wezîrê Qazaxistanêyî karên der, pirsên herêmîye girîng hatine gotûbêjkirinê.Mîrzoyan pirsên di navbera pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda raberî wezîrê Qazaxistanêyî karên der Mûrat Nûrtlêû kirîye.
Tabîya Ermenîstanê zelale û li ser dêklarasîya Alma Atayê hatîye hîmdanînê.Derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der daye dîyarkirinê.
“Em elametîya wezîreta Qazaxistanêye karên der, ya girêdayî serhevdahatina danûstandinên dora qaylnivîsara aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bilind qîmet dikin”,- Mîrzoyan gotîye.







