H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û civaka navneteweyî bangî Adirbêcanê dikin ku pêvajoya mehkemêye feş, ya hindava dîlên ermenî bê sekinandinê:Kostanyan

Ermenîstan û civaka navneteweyî bangî Adirbêcanê dikin ku pêvajoya mehkemêye feş, ya hindava dîlên ermenî bê sekinandinê.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan gotîye rojnamevana.

Kostanyan ew elametîya Adirbêcanê şirovekirîye, ku Ermenîstan gerekê gava biavêje ku beşdarên şerê Arsaxê bide cezakirinê. Cîgirê wezîr gotîye wekî elametîyên wî cûreyî bona wê yekê tên kirinê, ku sîyê biavêjin  ser pêvajoya mehkemêye derew, ya hindava dîlên ermenîye li Bekûyê.

“Ev yek bona wê yekê tê kirinê ku sîyê biavêjin ser pêvajoyên ku niha li Bekûyê tên mîyaserkirinê û kîjana meriv nikare çawa yên hiqûqî navke.Civaka navneteweyî û Komara Ermenîstanê bang dikin ku Adirbêcan wan pêvajoya bide sekinandinê û welatîyên me aza berde”,-Kostanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button