H’emû nûçeSereke

Ez wisa difikirim ku Yêrêvan ji beşdarbûna  Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî xelata xwepratîk hîs dike: Zaxarova

Fêdêrasyona Rûsyayê û Ermenîstanê diyaloga xwe ya siyasî ya piralî didomînin, serokên her du welatan di pêwendiya berdewam de ne û serokwezîrê Ermenistanê vexwendina serdana Moskvayê ji bo merasîmên 80 saliya serkeftinê qebûl kirîye. Ev yek nûnera fermî ya wezîreta Rûsîyayêye  karên der, Marîa Zaxarovayê, di civîneke heftane de ragihandîye.

Li gorî Zaxarovayê, di navbera wezîrên  karên der yên Fêdêrasyona Rûsyayê û Ermenîstanê de jî danûstandinên avaker hatine kirin. Di van demên dawî de di navbera cîgirên wezîrên karên der yên her du welatan de şêwirîn hatine kirin.

Herwiha li gorî dîplomatê, pêwendiyên aborî yên di navbera her du welatan de jî pêşve diçin. “Sala çûyî, dorhêla bazirganiya me rekorek mutleq destnîşan kir – bi qasî 12 mîlyard dolar. Ez wisa difikirim ku Yêrêvan vê xelata xwe-pratîk ya ji beşdarbûna  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  hîs dike, girîngiya wê ji bo aramiya civakî-aborî û ewlehiya welêt fam dike”.

Zaxarovayê da zanîn ku Fêdêrasyona Rûsyayê û Ermenîstanê di platformên din yên navneteweyî de jî bi taybetî di Netewên Yekbûyî de hevkariyê dikin. “Nêzîkatiyên me yên di rojeva gerdûnî de li hev tên yan jî nêzîkî hev in”. “Yêrêvan bi kevneşopî piştgirîyê dide piraniya biryarên Rûsyayê. Lê ji bo ku zirarê nede têkiliyên dualî, pirsgirêk hene ku hê nehatine çareserkirin yan jî çareserî hewce dike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button