H’emû nûçeSereke

Têhran û Waşîngton hewl didin ku di zûtirîn dem de aşîtîya li Kafkasya Başûr pêk bînin: pisporê îranî

Îran û Amêrîka hewil didin ku di zûtirîn dem de aşîtî li Kafkaîsya Başûr pêk bê. Ev yek ji aliyê Pûya Hoseini, serokê weqfa geşepêdana hevkariya Ermenistan-Îranê,  di hevpeyvîneke bi News.am ê re ragihandîye.

Bi gotina wî, hemû navçe rastî aloziyê tê, rêveberiya serokê Amêrîkayê Tramp siyaseteke nû li Rojhilata Navîn dişopîne, ku dibe ku rûbirûbûnek di navbera Îran û Îsrayêlê yan jî Amêrîka de dest pê bike, ev jî metirsiyê çêdike ku Adirbêcan ji rewşa niha sûd werbigire. Di vî warî de Îran dixwaze li Başûrê Kafkasyayê aşîtîyê pêk bîne û xwe li hember vekirina eniyeke nû li vê herêmê sîgorte bike.

Ewî her wiha gotîye: Di vî warî de, Îran dilgiran e ku zûtirîn dem aşîtî li Kafkasîya Başûr pêk bê da ku Tehran bikare xwe di wî warî de ewle bike. Pispor serdana wezîrê karên der yê Îranê bo Ermenîstanê piştrastkirina vê rojevê bi nav kir.Ewî “xetên sor” yên Tehranê dubare kirin ku behsa têknedana sînorên welatên navçê û parastina yekparçeyiya axa Ermenistanê û serwêrîya Ermenistanê dike. Di heman demê de, Adirbêcan wê hewl bide ku heta dawiyê bingehek çêbike ku zextê li Ermenîstanê bike û hîn zêdetir ji xwe re bi dest bixe.

Ewî texmîn kirîye ku Amêrîka wê her weha hewl bide ku hemî nakokiyên navçeyî çareser bike ku nahêle ew giraniyê bide ser rûbirûbûna hevrikê xwe yê sereke, Çînistanê ji ber vê yekê Waşîngton hewcedariya tundûtûjiyê li Kafkasîya Başûr nake.

Bi nêrîna wî, proseyên siyasî yên navxweyî yên Tirkiyayê vê yekê nîşan didin ku divê Bekû jî bi îmzakirina peymana aşîtîyê dilgiran be, ji ber ku heger pirsgirêkên cidî yên navxweyî bi hevalbendê wê re derbikevin, wê ji dest bide ku wê bibe sedema lawazbûna pêgehên Adirbêcanê li Kafkasya Başûr. Pispor bi kurtasî wiha gotîye: “Pêwîste ji rewşê sûd werbigirin û zextê li Bekûyê bikin da ku bi lezgîn peymana aşîtîyê îmze bike û aşîtîyeke edil pêk bîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button