H’emû nûçeSereke

Serokê Almanîyayê biryara Ermenîstanêye bona destpêkirina pêvajoya endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda çawa gaveke serbixwe hesab dike

Serokê Almanîyayê biryara Ermenîstanêye bona destpêkirina pêvajoya endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda çawa gaveke serbixwe hesab dike û daye dîyarkirinê,wekî Bêrlîn bi qedirgirtin nêzîkî biryara Yêrêvanêye wî cûreyî dibe.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokê Almanîyayê wextê press-konfêransa tevayî gotîye û derbarê kûrbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda xeberdaye.

Serokê Almanîyayê daye dîyarkirinê,wekî Bêrlîn hurmeta mezin dide birîyara parlamênta Ermenîstanêye derheqa wê yekêda.

Bi axaftina derheqa piştgirîya Almanîyayêda, Ştaynmayêr gotîye,wekî Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê dora îmzekirina dokûmênta wê rojevê danûstandina mîyaser dikin û serda zêde kirîye,wekî wekîla Avropayê  Kaya Kalas wê pêşeroja nêzîkda bê Ermenîstanê.

Serokê Almanîyayê gotîye,wekî pêşkeftina pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê wê alî pêşdaçûyîna êkonomîka Ermenîstanê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button