Têkoşîna Ermenîstanê ya ji bo erd û nasnameyê li Kafkasyayê. Deutsche Welle di fîlma xwe de dîroka Ermenîstanê û kêşeya Qerebaxê pêşkêş kirîye /vîdyo/

Deutsche Welle bi sernavê “Têkoşîna Ermenîstanê ya ji bo erd û nasnameyê li Kafkasyayê” belgefîlmek weşandîye ku tê de qala dîroka Ermenîstanê û kêşeya Qerebaxê dike.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, di wê belgefîlmê de nêrînên hin pispor û berpirsan derbarê mijarê de hatin pêşkêşkirin.
Beşdarî fîlmê bûne balyozê Îranê yê li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî, balyozê Fransîyayê yê li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî, parlamêntara Avropayê Natalî Lûazo, hevserokê berê yê koma Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê ya Fransîyayê Jak For, Rabbî Avîdan Frîdman, rêveberê navenda lêkolînên herêmî, Rîçard Kîrakosyan, dîrokzan Klêr Mûradyan, rojnamevan Tîgran Yêxavyan û zanyarê sîyasî Kays Mînasyan.
“Ermenîstan, herêmeke çîyayî ya di dilê Kafkasyayê de ye”. Nivîskar bi van rêzikan dest bi fîlmê dike: “Ermenîstan welatê yekem e ku di sala 301 piştî zayînê de Xirîstîyantî wek dînê xwe yê fermî qebûl kirîye.
Her wiha behsa kêşeya Qerebaxê dike, û behsa wê yekê jî dike ku çawa herêm bûye beşek ji Adirbêcanê.
Fîlm behsa wê yekê dike ku çawa di navbera salên 2020 î û 2023 a de, Adirbêcanê gelê xwecihî, gelê ermenî ku bi hezar salan li welatê xwe li Qerebaxa Çîyayê dijîyan, bi opêrasîyonên leşkerî, paqijkirina etnîkî û gefên çekan, neçar kir ku welatê xwe biterikînin.
Kesên beşdarî fîlmê bûn, dîroka Ermenîstanê, mîrateya wê ya çandî ya bi hêz ya li herêmê û têkoşîna ku bi sedsalan li Başûrê Kafkasyayê daye pêşkêş kirin.
Xödanê fîlmê dîyar kirîye: “Ermenîstan di şer de winda kir û aşîtîya bi Adirbêcanê re li ber çavan nîne, ji ber vê yekê divê ew parastina xwe ji nû ve binirxîne. Rûsan îxanet li wan kir.Amêrîka xwe dispêre Tirkîyayê, Avropa jî gaza Bekûyê bikar tîne”. Di vê çarçoveyê de nivîskar behsa kirîna çekan ya Ermenîstanê ji Fransîyayê kirîye.







