H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê raportên derheqa sîyaseta parastinê û ewlehîyêda qebûl kirîye, kîjanada usa jî derheqa Ermenîstanêda hatîye dîyarkirinê

Wextê civîna parlamênta  Avropayê, raportên derheqa sîyaseta Yekîtîya Avropayêye ewlehîyê û der, usa jî yên derheqa parastinêda, bona dengdayînê hatine raberkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, nava wanda usa jî derheqa Ermenîstanêda hatîye dîyarkirinê.Ew bona hewildanên Ermenîstanê, yên bona peymana aşîtîyê silav dikin.Nava raportada dewê ji Adirbêcanê dikin ku çand û kûltûra ermenîyên Qerebaxê biparêzin û 23 dîlên ermenî aza berdin. Parlamêntvanên avropî bang dikin ku wan hemûya cezakin, yên ku gefê hindava yekîtîya axa Ermenîstanê dixun.

Xudanê raporta derheqa sîyaseta Avropayêye der û ewlehîyê Dêyvîd Mikalîstêr piştî dengdayînê mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye,wekî qebûlkirina vê raportê girîngîya sîyaseta der û pirsên gêopolîtîkî dide dîyarkirinê.

Nava raportêda usa jî derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda hatîye dîyarkirinê. Parlamêntvanên avropî birîyara Ermenîstanê jî silav dikin, bi kîjanê Ermenîstanê xebatên nava Organîzeya Peymana Ewlehîya Kolêktîvda daye qerimandinê û usa jî derheqa 23 ermenîyên ku li Bekûyê girtîne, hatîye dîyarkirinê.

Derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda jî hatîye dîyarkirinê û hatîye bîranînê wekî normalkirina pêwandîya û dîyarkirina sînora gerekê li gorî dêklarasîya Alma Atayê bêne mîyaserkirinê.

Li gorî raportên ku hatibûn raberkirinê, parlamêntvanên Avropayê dewê ji Yekîtîya Avropayê dikin ku hevkarîya ênêrgêtîkîye tevî Adirbêcanê bidine sekinandinê û piştgirîyê nedine Adirbêcanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button