Kongrêsmênên amerîkî pêşnûmeya bicihkirina bernameya perwerdeya qirkirina Ermeniyan raber kirine

Parlamêntara Dewletên Yekbûyî Dîna Tîtûs bi înîsîyatîva bernameya perwerdeyê ya derbarê qirkirina Ermenîyan de pêşda hatîye.
Li gorî ku komîtêya neteweyî ya ermenî ya Dewletên Yekbûyî ragihandîye, endamên kongreyê Gas Bîlîrakîs, Dêyvîd Valadao û Ted Lyû jî beşdarî înîsiyatîva Dîna Tîtos bûne.
Pêşnûmeya qanûnê pêşniyar dike ku di nav 5 salan de 10 mîlyon dolar were veqetandin ji bo piştgirîkirina pêşvebirin û belavkirina materyalên perwerdehiyê, perwerdekirina mamosteyan, û yekkirina çavkaniyên serhêl û bernameyan da ku xwendekar li seranserê Dewletên Yekbûyî li ser sedem, encam û dersên mayînde yên vî sûcê bêcezakirina mirovahiyê agahdar bibin.
Dîna Tîtûsê destnîşan kirîye ku pêşnûmeya ku bi armanca gihandina çavkaniyên perwerdehiyê yên li ser qirkirina Ermeniyan ji bo xwendikaran tê kirin, parçeyek ji têkoşîna li dijî înkarkirina jênosîdê ye û her wiha rêzgirtina ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirinê ye. “Ev proje yasa pabendbûna bi rastî û dadperwerî û hêza perwerdeyê ye, bi armanca avakirina cîhaneke bêtir agahdar û dilovan ji nifşên pêşerojê re”,- endamê kongreyê gotîye.
Gas Bîlîrakîs, destnîşan kirîye ku ji bo ku di pêşerojê de dûbare nebin, pêwîst e hovîtiya berê were naskirin. Bilîrakis tekez kirîye: “Yek ji baştirîn rêyên gihîştina wê armancê, perwerde û hişyarî ye, ji ber vê yekê ez serbilind im ku careke din di pêşnûmeya perwerdehiyê ya qirkirina Ermenîyan de hevkar im”.
Dêyvîd Valadao gotîye qirkirina Ermenîyan ya ji aliyê împêratorîya Osmanî ve hatiye kirin, 1,5 mîlyon mirovî jiyana xwe ji dest daye û gelekî girîng e ku ev rûpela tarî neyê jibîrkirin. “Perwerdekirina amêrîkîyan li ser vê trajediyê girîng e”.Valadao tekez kirîye: “Weke hevserokê komên ermenî yên Kongreyê, ez serbilind im ku piştgirîya vê pêngavê dikim ji bo xurtkirina xebatên perwerdeyê û dûbarekirina pabendbûna me ya ji bo rastî û bîranînê”.
Endamê kongreyê Têd Lyû jî li ser pêşnûmeyê axivîye.
“Komkujiya Ermeniyan diyardeya herî hovane ya xerabiyê ye. Her çend em nikarin vegerin 110 salan. Ji bo pêşîgirtina li kuştina 1,5 mîlyon Ermenî, em dikarin perwerdehiyê bikar bînin da ku qurbanî tu carî neyên jibîrkirin. Van hovîtiyên hanê bandorek mayînde li Ermenistan û diyaspora Ermeniyan kiriye kêfxweş e ku beşdarî înîsiyatîva Dîna Tîtosê dibe.







