SerekeSîyasî

CPT: balafirên Tirkîyayê çîyayê Metînayê û gundewarên Amêdîyê bombebaran kirin

Rêxistina Amerîkî CPT ê ragîhand ku balafirên şer yên Tirkiyayê çiyayê Metînayê û derdora gundê Belavê yê navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirine.

Nûnerê rêxistina tîmên aşîtîyê yên civakî (CPT) ya Herêma Kurdistanê Kameran Usman ragihand ku di encama êrişanda tu zirarên canî çênebûne.

Lê hatîye ragihandin ku bombebaranê di nav şêniyên gund û geştyarên ku çûne herêmê tirs û xof çê kiriye.

27 ê sibata sala 2025 a rêberê PKK ê Abdullah Ocalan bangî PKK ê kiriîye ku çekan deynin û xwe fesx bike.

PKK ê li ser banga Abdullah Ocalan 1 ê adarê agirbest ragihand.

Lê roja din ya agirbestê, serê sibeya 2 ê adarê, hêzên artêşa Tirkîyayê çîyayê Lînkê yê li nehîya Dêrelûkê ya Dihokê bi helîkopteran bombebaran kir û PKK ê jî bersiv da.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button