
Çavkanîyeke dîplomatîk ya Fransîyayê li ser danûstandinên di navbera Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) û hukumeta Sûryayê de ji Rûdaw ê re gotîye:”Ew hêvî dikin ku dîyaloga HSD û hukumeta Sûryayê berdewam bike”.
Çavkanyiyê her wiha amaje pê kir ku pêwîst e hukumeta nû ya Sûryayê ji bo dabînkirina pêdiviyên gelê welatê xwe kar bike.
Çavkaniya dîplomatîk ya Fransîyayê derbarê pêkanîna hukumeta nû ya Sûryayê de ji tora medyayî ya Rûdaw ê re gotîye:
“Pêwîst e niha hukumeta nû wan sozên ku ji alîyê berpirsên desthilata demkî ya Sûryayê ve hatine dayîn bi cih bîne.
Her wiha çavkaniyê diyar kirîye ku pêwîst e hukumet di asta “hêvî û pêdiviyên gelê Sûryayê” de be.
29 ê adara sala 2025 a, serokê desthilata demkî ya Sûryayê Ehmed Şer hukumeta nû ya welatê xwe ragihand.
Hukumet ji 23 wezaretan pêk tê û hinek ji pêkhateyên welat, ji wan kurd û durz tê de beşdar nînin.
Çavkaniya dîplomatîk ya Fransîyayê gotîye: “Em hêvî dikin ku ew diyaloga ku roja 10 ê adarê di navbera desthilata demkî û Hêzên Sûrya Dêmokratîk de dest pê kir, berdewam bike”.
Roja 10 ê adara sala 2025 a, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî, û serokkomarê Sûryayê Ehmed Şer ji bo qonaxa demkî peymanek îmze kirin.
Peyman ji 8 xalan pêk tê. Li gorî peymanê, şer li seranserê Sûryayê dê raweste û HSD dibe beşek ji dezgeha parastinê ya dewleta Sûryayê.
Di peymanê de hatiye gotin: “Civaka kurd civakeke resen e li dewleta Sûryayê û dewleta Sûryayê garantiya mafê welatîbûnê dike û hemû mafên destûrî jê re dabîn dike”.
Çavkaniya dîplomatîk ya fransî amaje bi wê yekê jî kirîye: “Fransîya pabendbûna xwe bi bicihkirina qonaxeke demkî ya syasî ya giştgir û aştiyane ku nûnertiya hemû pêkhateyên civaka Sûryayê bike û garantîya maf û parastina hemû sûryayan bêyî ku ol, netewe û zayend were hesabkirin, dubare dike.
Fransîya di wê hewldanê de ji bo piştgirîkirina desthilata Sûryayê amade ye”.
8 ê kanûna peşin ya sala 2024 a, komên çekdar yên wê demê yên Sûryayê bı peşengiya heyeta Tehrîr Şamê desthilata Esed rûxand.







