H’emû nûçeSereke

Ermenistan di warê aborî de zêde zirarê nebîne ji 10 selefê baca gumrikê ya ku Dewletên Yekbûyî li ser îxracatê ferz dike:aborîzan

Ji 10 selef baca gumrikê ya ku hukumeta Amêrîkayê ji bo kelûpelên ku ji Ermenîstanê tên îxrackirin, destnîşan kiriye, wê zirareke cidî ya aborî nede welêt. Aborînas Axasî Tavadyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê “Armenpress” ê re wiha nêrînek anî ziman û da zanîn ku qebareya hinardekirina ji Ermenîstanê pir hindik e ku bandorek krîtîk li ser aboriya Ermenîstanê bike. Li şûna wê, li gorî pispor, dibe ku ev yek bibe sedema kûrbûna têkiliyên aborî yên Ermenîstanê bi welatên  Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî  re.

Ji bo ku mirov bi temamî rewşa efirandî bi dest bixe, girîng e ku meriv bi nîşaneyên sereke yên hevsengiya bazirganiya di navbera Ermenistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  de ku Axasî Tavadyan bal kişandiye ser wan were naskirin.

Hinardekirina ji Ermenîstanê ber bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî

Qebareya kelûpelên ermenî yên ku ji Amêrîkayê re tên hinardekirin, di bîlançoya bazirganiya derve ya Ermenîstanê de xwedî giraniyeke girîng nîne. Heta sala 2020 î ew 80 milyon dolar bûye.

Beşek girîng ya hinardekirina ji Ermenistanê, 20 selef, ji zêr û almasan pêk tê. Nêzîkî 15 selef  ji sebzeyên konserveyê û berhemên şîr pêk tê. Ji bilî qebareya hilberên hinardekirî, rêjeya van hilberan jî hindik e, ev tê vê wateyê ku ev hilber bi hêsanî dikarin li Dewletên Yekbûyî werin guheztin.

Di îndeksa giştî ya hinardekirina Ermenîstanê de îxracat ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê di sala 2021 î de  2,5 selef bû. Lê belê, aborînas destnîşan kirîye, ku divê bê hesibandin ku di van demên dawî de zêdebûneke pir mezin di ji nû ve hinardekirinê de hate tomar kirin, ku niha  75 selefê îxracata Ermenîstanê pêk tîne.

Axasî Tavadyan wiha gotîye: “Li gorî vê rewşê, em dikarin tomar bikin ku niha  1,5-2  selef ya safî îxracata Ermenîstanê diçe Dewletên Yekbûyî.

Ji Dewletên Amerîkayêye Yekbûyî ji bo Ermenîstanê îtxal kirin

Sala 2021 de, ew qebareya hinardekirinê bi qasî 100 mîlyon dolarî derbatir kirîye. Di du salên pêş de, ew bi qasî 550 mîlyon dolar zêde bûye. Ev bi giranî ji ber zêdebûna ji nû ve hinardekirina otomobîlan ji Amêrîka Bakur bû. Lê belê, di sala 2023 a de, hukumeta Rûsyayê destnîşan kir ku kesek tenê dikare otomobîlek li wî welatî îtxal bike û bifroşe. Bi vê yekê, aliyê rûsî hewl dide ku pêşkeftina pîşesaziya otomobîlan li wî welatî pêş bixe. Paşê, Gurcistanê jî li ser hinardekirina otomobîlan ji welatê me baca gumrikê sepand û qebareya îthalata ji Amêrîkayê jî kêm bû.

Ev hemû wê ber bi çi ve bibin?

Axasî Tavadyan balkêş dibîne ku Dewletên Yekbûyî bacên gumrikê li ser kelûmelên ku ji hejmareke hindik welatan têne hinartin, di nav de Rûsya û Belarus, nedaye. Rayedarên Dewletên Yekbûyî bi tenê rêjeya baca ku ji hêla welat yan yekîtiyê ve hatîye destnîşan kirin dabeş kirin. Wek mînak, Yekîtîya Avropayê baceke navînî  39 selef li ser îtxalata ji Dewletên Yekbûyî digire. Heta van demên dawî welatên Yekîtiya Avropayê berhemên xwe bi baca  20 selefî îthal dikirin. Li hember vê yekê,Vîyêtnamê ji  95 selef baca gumrikê sepand, Amêrîkayê jî  42 selef baca gumrikê danî. Rêjeya herî nizim ya baca Amêrîkayê 10 selefe û Ermenistan jî di nav wan welatan de ye.

Li gorî aborînas ev biryar wê bandoreke siyasî ya mezin bike. Ewî da zanîn ku hukumeta amêrîkî awayê xebata xwe guhertiye. Ger hukumetên berê yên Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê siyasetek globalîst dimeşand, niha Amêrîka zêdetir bala xwe dide herêm û welatên li derdora xwe, wek Grênlandîya, Panama û heta Yekîtiya Avropayê. Ev yek wê bibe sedema guhertinan di aboriya cîhanê de, rola rêxistina bazirganiya navdewletî ya ku bazirganiya bê bac li cîhanê birêve dibir jî wê kêm bibe û cihê xwe bide meylên neteweperest. Ev nîşanek e ku cîhan ne yekpolar e, lê pirpolar e.

Wê bandoreke çawa li hinardekirina kelûpelên ji Ermenîstanê bo Dewletên Yekbûyî bike? Yanî bandora wê li ser aboriya Ermenîstanê ne mezin be. Di şûna wê de, ev yek wê bibe hêmanek ji bo têkiliyên aborî yên bi welatên endamên Yekîtiya Avrasîyayêye Êkonomîkî re, ku welatê me di van 5 salên dawîn de bi wan re bazirganiya bê baca ji 10  selefî dike, Agasî Tavadyan bal kişand ser berfirehkirina qebareya bazirganiya Ermenîstanê û erdnîgariya bi welatên din re.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button