
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, rola kerta taybet di pêşketina veberhênanê û geşbûna ku Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û spasîya veberhêneran kir ji bo hevahengî û hevkarîya wan ya li gel hukumetê di pêşxistina aborîya herêmê de.
Nêçîrvan Barzanî 8 ê nîsanê di dema beşdarîya xwe ya li lûtkeya veberhênanê ya Abû Dabîyê de ji K24 re gotîye: “Em daxwaza zêdetir pêşketin û geşbûnê û kişandina zêdetir veberhênanan li Herêma Kurdistanê dikin” û amaje bi hewlên desteya veberhênanê ya hukumeta Herêma Kurdistanê û şanda beşdar ya di lûtkeyê de kir ku di pêşketina Herêma Kurdistanê de roleke mezin lîstine
Nêçîrvan Barzanî şanda hukumetê Herêma Kurdistanê ya li lûtkeya Abû Dabîyê han da ku kar ji bo hinardekirina berhemên xwecihî yên herêmê bo derve, anîna veberhênanên bîyanî bo Kurdistanê û ji wir jî bi giştî bo Îraqê bikin, da ku Kurdistan bibe dergehekî bazirganî ber bi Îraqê ve.
Herwiha gotîye: “Ez bawer dikim ku sêktora taybet dînamoya pêşveçûyîna her welatekî ye. Ji roja ku me komîtêya veberhênanê damezrand, ez di bawerîyê de bûm ku divê rê bi veberhênana sêktora taybet bê dayîn”.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi sê xalên pêwîst di anîna veberhênanan bo welat kir û gotîye, ya yekem, divê qanûn şefaf bin û rêkarên danûstandinên bazirganî hêsan bin. Her wiha tekez kirîye, hukumetê pêngavên baş di vî warî de avîtine, bi taybetî hevkarî û hevahengîya di navbera wezîretên şaredarî û çandinîyê de, ku pêşketineke berbiçav tê dîtin.
Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) ye jî, ragîhand, gotûbêjên cidî di navbera YNK û PDK ê de hene û tu alîyek naxwaze avakirina hukumetê bi paş de bikeve.
Derbarê hinardekirina pêtrola Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî gotîye, hukumetê Herêma Kurdistanê amadekarîyên hinardekirina pêtrolê dike û pirsgirêk zêdetir têknîkî ye.







