Xerîtên “çêtir yan rasttir” tune: wezîreta karên der bersiva daxwaza Bekûyê dide

Wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva daxwaza Bekûyê ya raberkirina xerîtên deştên mayinkirî daye.
Berdevka wezîreta karên der Anî Badalyanê X ê de wiha nivîsîîye:
“Bi girîng hesabkirina pirsên hûmanîtarî, Ermenîstanê bêyî tu qewil-qirara sala 2021 ê 12 ê hezîranê, 3 ê tîrmehê, 19 ê cotmehê, 1 ê mijdarê û 29 ê mijdarê bi cûrê yekalî 972 xerîtên deştên maynkirî dane Adirbêcanê.
Bi hesabhildana prînsîpên hevkarîya nava pirsên hûmanîtarîda, depêka sala 2024 a jî Ermenîstanê bi cûrê lêpirsînê xerîtên nû amade kirine û teslîmî alîyê Adirbêcanê kirine. Adirbêcan her dem rastîya wan xerîta dike bin şikberîyê, nenihêrî wê yekê wekî me gelek cara elam kirîye ku xerîtên ji wana zêdetir baş û rast tunene.Ermenîstan mînanî berê amadeye tevî pisporên navneteweyî rastîya wan xerîta kontrolke.
Em dixwazin lê zêde bikin ku dadgeha navneteweyî ya dadweriyê bi awayekî eşkere daxwaza sepandina tedbîrek demkî li dijî Ermenîstanê red kirîye, ku Adirbêcan Ermenîstanê bi çalakiya mayna tawanbar kirîye”.







