SerekeSîyasî

Serok Barzanî pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ya Hewlêrê vekirîye

Serok Mesûd Barzanî  9 ê nîsanê pêşangeha navdewletîye  17 emîn  ya pirtûkan ya Hewlêrê bi dirûşma “Cîhan bi kurdî diaxive” vekirîye.

Piştî vekirina pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ya Hewlêrê, serok Barzanî serdana beşên cuda yên pêşangehê kirîye û hejmarek pirtûk kirîne.

Îsal zêdetirî 350 weşanxaneyên ji 22 welatan beşdarî pêşangehê dibin û bi hezaran sernavên cîhêreng nîşan didin.

Pêşangeha navdewletî ya pirtûkan ya Hewlêrê wê 10 rojan berdewam bike û her roj demjimêr  10:00 a heta 20:00 î wê vekirî be. Kurdistan 24 jî hevbeşê mêdyayî yê pêşangehê ye û hemû koşeyên pêşangehê romal dike.

Di pêşangehê de, wê çalakîyên çandî, xwendina helbestan, îmzekirina pirtûkên nû, çalakîyên hunerî û panêlên cûre-cûre hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button