H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê ji me îzbatîyên bona çûyîna berbi aşîtîyê dibihên, lê ji Bekûyê gefxwerin tên bihîstinê: Mîrzoyan

Welatîyên Ermenîstanê, nava rojekêda dikarin cêrge îzbatîya ji hukumata me bibihên, yên bona îzbatîkirina aşîtîyê, yên bona girtina rûpelê dijminatîyê, lê ew jî wî çaxî, dema ku birîn hê nûne û bi wê yekêva tevayî jî dikarin gefxwerina ji Adirbêcanê bibihên, nava wanda usa jî yên bona xebitandina hêza leşkerî, yên derheqa nasnenekirina yekîtîya axa  Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê forûma dîplomatîye li Antalyayê, gotîye.

Elametîyên wî cûreyî bi dereca  derecebilind, çapemenîya hukumat û parlamênta Adirbêcanêva girêdayî tên bihîstinê, gefxwerin hene. Em tevî hevkarên xweye azêrî, gurc, tirk li ber wê mecalê sekinîne,wekî dîsa 100-200 salî hîvîyê bisekini, ku dîna xwe bidinê,wekî guhartina nikarin biguhêrin. Û gerekê kevir bidine ser kevir bona ku li herêmê aşîtî îzbatbe, hevkarîya êkonomîkî û ênêrgêtîkî îzbatbe û Gurcistan jî dikare nava wê pirsêda rola girîng bilîze.Em dikarin civakên xwe hevva bidine girêdanê.Em rîya hevkarîyê dibijêrin, lê em nikarin tenê bi xwe hevkarîyê bikin, ji alîyê mayînva jî amadebûna wî cûreyî gerekê hebe”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button