H’emû nûçeSereke
Nava Ermenîstanêra wê bikaribin ji Yêkatêrînbûrgê herine berbi Avropayê

Meha nîsanêda nava Ermenîstanêra wê bikaribin ji Yêkatêrînbûrgê herine berbi Avropayê.Teyare wê li Yêrêvanê peyabin.Derbarê wê yekêda serokê asosîyasîya tûrîzma Ûralê Mîxayîl Malsêv gotîye.
“Hatina kompanîya avîyasîyon “FlyOne Armenia” wê mecalê bide binelîyên Ûralê, ku ew li Yêrêvanê bilêta bikirin û ji wir jî herine berbi temamîya Avropayê.Ermenîstan bi xwe cîhekî hewaskare û kompanîyayên me tên Ermenîstanê.Ew yek jî tiştekî gelekî hewaskre, wekî ewê bikaribin li Yêrêvanê bilêta bikirin û herine berbi Lîsabonê, Mîlanê, Bryûsêlê, Nîsayê, Parîzê, Hambûrgê. Ez difikirim,wekî eva pêşnîyareke gelekî hewaskare. Dînamîka frotanê şedetîya xwestina bilind dide kifşê”,- Mîxayîl Malsêv gotîye.







