SerekeSîyasî

Tetbîqatên leşkerî yên Ermenîstan-Îranê ji bo kesên ku dixwazin rewşa li Kafkasyaya Başûr bêîstîkrar bikin, peyamek e: risporê îranî

Pisporê îranî yê pirsên Kafkasya Başûr, pisporê navneteweyî Êhsan Movahêdian lidarxistina tetbîqatên leşkerî yên hevpar bi beşdariya hêzên çekdar yên Ermenistan û Îranê gelekî girîng e û tekez kir ku ev yek dikare bibe bingehek zexm ji bo kûrkirina hevkariyên dualî di warê leşkerî de. Pispor her wiha ne tesaduf dibîne ku tetbîqatên leşkerî tam di van rojan de têne lidarxistin û amaje bi vê yekê jî dike ku niha hin welatên navçeyî û derveyî herêmê hewl didin rewşa li Başûrê Kafkasya bêîstiqirar bikin.

Pisporê îranî Êhsan Movahêdian li gotûbêja digel nûçegihanê «Armenpress» ê li ser giringî û giringiya lidarxistina meşqa eskerî ya hevpar di navbera yekîneyên hêzên taybet yên hêzên çekdar yên Komara Ermenistanê û hêzên çekdar yên Komara Îslamî ya Îranê de, nêrînek wiha anî ziman.

“Ev tetbîqatên leşkerî yên hevpar nîşan didin ku Îran li herêmê aşîtî û aramiyê digere û xêzên xwe yên sor didomîne û dixwaze ku her kes rêzê li wan bigire. Xetên sor yên Tehranê li Kafkasya Başûr di serî de bi ewlehî û bêdestpêkirina sînorên navbera Ermenîstan û Îranê ve girêdayî ne» ,- Movahêdian tekez kirîye.

Ewî her wiha bal kişand ser vê yekê ku meşqa leşkerî ya Ermenîstan û Îranê bi awayekî aştiyane ye û tenê bi armanca dabînkirina ewlehiya sînorên hezar salî yên navbera her du welatan tê meşandin.

“Îran jî nîşan dide ku  pirsgirêkên li herêmê divê di atmosfereke hevkarî û muzakereyê de bên çareserkirin”. Pisporê îranî tekez kirîye: “Lê belê heger yek ji cînarên Îranê û Ermenîstanê bifikire ku dikare daxwazên xwe bi zextan li ser Yêrêvanê û Tehranê ferz bike, em tu carî rê nadin vê yekê”.

Êhsan Movahêdian herwiha eşkere kir ku meşqa leşkerî ya di navbera hêzên çekdar yên Ermenîstan û Îranê de ji demeke dirêj ve hatibû plankirin, di dema danûstandinên berê yên di navbera alîyan de, lê bi sedema cejna Newrozê ya Îranê, meşq bo meha nîsanê hate paşxistin.

Pisporê navneteweyî yê îranî tekez kirîye: “Ez piştrast im ku hin welatên cînar wek Adirbêcan û Tirkîya û Îsrayêl û Brîtanya  vê peyamê werbigirin û wê çend cara bifikire berî ku gavan bavêje ku bibe sedema aloziyek li herêma Başûrê Kafkasyayê”.

Movahêdîan amaje bi wê yekê kir ku ev yekem tetbîqata leşkerî ya di navbera hêzên çekdar yên Ermenistan û Îranê de ye, bi erênî bersiv da û tekez kir ku tetbîqatên hevbeş dikarin bibin bingehek bihêz ji bo kûrkirina hevkariyê.

Eşkere ye ku ev tetbîqatên leşkerî yên hevbeş bi awayekî tên lidarxistin ku aliyên cuda nikaribin îtîraz bikin yan jî nîşan bidin ku li dijî wan tên kirin, ji ber ku her çendî meşqa hevbeş bin jî, lê li ser axa du welatan tên lidarxistin, her aliyek li ser xaka xwe. Ev yek jî nîşana wê yekê ye ku alî dixwazin rêzgirtina xwe ji yekparçeyiya axa hev re diyar bikin û tekez jî li ser wê yekê dikin ku ew amade ne ji bo parastina sînorên navdewletî gavan bavêjin. Pisporê îranî destnîşan kirîye: “Ez difikirim ku ev yekem car destpêşxeriyek baş e, bi taybetî ji ber vê yekê ku armancên aliyan wek hev in.

Ewî her wiha bîr û baweriya xwe anî ziman ku dibe ku di demeke nêzîk de tetbîqatên leşkerî yên hevbeş yên bi vî rengî bêne organîzekirin, lê vê carê li ser axa welatekî, Ermenîstanê yan Îranê.

Ji ber vê yekê ku wezîreta parastinê ya Adirbêcanê hema bêje her roj dêzînformasyonê belav dike ku hêzên çekdar yên Ermenîstanê bi îdiaya aramiya sînor binpê dikin, Êhsan Movahêdîan jî dema ku ji bo tetbîqata leşkerî ya hevpar     a Ermenîstan û Îranê hatiye hilbijartin balkêş dibîne.

“Ew adeteke xerab ya Adirbêcanê ye. Her cara ku dixwazin tiştekî nû li ser Ermenîstanê ferz bikin yan jî êrîşeke leşkerî ya nû li dijî Ermenistanê amade bikin, dibêjin ku aliyê ermenî agirbestê binpê dike. Em hemû dizanin ku ev pûç û dêzînformasyon e. Tam ji bo van rewşên tetbîqatên leşkerî yên hevpar yên ermenî-Îranê girîng in. “Tehran nîşan dide ku sînorê Ermenîstanê çiqasî qîmetê nade”.

Li gorî wî pispor, hinek kes, berpirs û pispor di wê baweriyê de ne ku bi guhertina desthilatdarên Îranê re, dibe ku siyaseta Tehranê jî biguhere û di nav wan de hêlên sor yên Îranê jî hene. Ewî dilniya dike ku ev nêrîneke şaş e, ji ber ku ev hêlên sor beşek ji stratejî û doktrîna berevaniya Îranê ne û bi guhertina hukumetê nayên guhertin.

Ehsan Movahêdîan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kes qebûl bike û fêm bike ku daxuyanî û hêlên sor yên Tehranê yên li ser têknebirina sînorên Îranê û Ermenîstanê gelekî giran in”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button