
Wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan Noyêl Baro girêdayî bilindbûna halê sertî li ser sînorê ermenîya-azêrîya xemgînîya xwe daye dîyarkirinê.
“Çi ku derheqa Adirbêcanêdane, ez bona halê sertî li ser sînor rihet nînim.Ez hêvîdarim,wekî mîsîya avropîye li wir wê berfirehbe û halê sert bide zeftkirinê”,-wextê hevdîtina wezîrên Avropayêye karên der Baro li Lyûksêmbûrgê gotîye.
“Peymana aşîtîyê gerekê bê îmzekirinê û merivên girtî, dîlketî gerekê bên azaberdanê”,-wezîrê Fransîyayêyî karên der gotîye.







