H’emû nûçeSereke

Pêşkeftina Ermenîstan-Tirkîyayê wê bandoreke erênî li ser çareserîya Ermenîstan-Adirbêcanê bike:Mîrzoyan

Di çarçoveya konfêransa dîplomasî ya Antalyayê de wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov û wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîn.Ararat Mîrzoyan di hevpeyvîna xwe ya bi Sivîlnetê re behsa peywendtyên xwe yên li gel hevtayên xwe yên Tirkîyayê û Adirbêcanê kirîye.

Piştî lihevkirina li ser metina peymana aşîtîyê ev cara yekem bû ku wezîrên karên der yên Ermenîstan û Adirbêcanê li hev dicivin. Mîrzoyan destnîşan kirîye ku îmzekirin, erêkirin û ketina merîyetê ya peymana aşîtî û têkilîyan wê tenê destpêka asayîkirina giştî û avakirina têkilîyan be.

 “Bi taybetî ku di wê rêkeftinê de xalek me heye ku li gorî wê divê komîsyoneke dualî were avakirin ji bo çavdêrîya cî bi cîkirina rêkeftinê, şirovekirina pirsgirêkan û dîtina çareserîyan”. Wezîrê karên de gotîye: “Helbet wê pirsgirêk derkevin holê. Ji bo dîtina hemû çareserîyan wê demekî xebateke hevpar pêwîst bike. Lema nêzîkatîya me ew e ku tavilê dest bi îmzekirin û erêkirinê bikin û piştre jî hewl bidin pirsgirêkên mayî yên pêvajoyê çareser bikin”.

Mîrzoyan bal kişand ser du şertên pêşwext yên Adirbêcanê – hilweşandina Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê û guhertina mêxanîzma Ermenîstanê gotîye: “Em di wê bawerîyê de nin ku dema ku nakokî raweste jî di belgeyekê de û dibe ku ev yek bi îmzekirina peymanekê be, ji wê gavê û pê ve Koma Mînskê ya ku ji bo pevçûyînê hatîye çêkirin, îdî hewce nake ku van her du peymanan bidomînin û bi hev re înîsîyatîva bidawîkirina çalakîyên Koma Minskê, bang li hevkarên din yên Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê   û welatên endam bikin da zanîn ku pirsgirêk bi îmzekirina peymana aşîtîyê bixwe tê çareserkirin. Bi vê peymanê em bi sînorên ku di dema hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê de hebûn, yekparebûna axa hev nas dikin”.

Wezîrê karên der  piştî hevdîtina li gel hevtayê xwe yê Adirbêcanê dîyar kirîye ku di van her du mijaran de tu pêşketin çênebûye û Adirbêcan jî amade ne rêkeftinê îmze bike. Li gorî Mîrzoyan, alîyê Ermenîstanê ji bo vekirina rêyên ragîhandinê pêşnîyareke konkrêt pêşkêşî Adirbêcanê kirîye, ku bi gotina wezîr ev yek hem li gorî ramanên Ermenîstanê ye û hem jî fikarên Adirbêcanê radike.

Di serî de, me di destpêkê de kêm-zêde rêaksîyoneke erênî ji alîyê Adirbêcanê ve dît. Lê niha em helwestek sartir li hember vê pêşnîyarê dibînin. Ji bo min zehmet e ku ez bersivê bidim sedema vê yekê. Lê pêşnîyar wiha ye: “Bi parastina serwêrîya her du welatan li ser binesazîyê, ango serwêrîya Ermenîstanê li ser axa Adirbêcanê, li ser axa Adirbêcanê û li ser hemû hacetên Adirbêcanê û li ser hemû dewleta Ermenîstanê. Ermenîstan ji wê îmkanê distîne ku rêyên hesinî yên Adirbêcanê bi kar bîne, ango kelûpelên xwe di nav axa Adirbêcanê re bişîne her derê yan jî li wir werbigire. Bi heman awayî Adirbêcanê îmkana şandin û wergirtina kelûpelan bi rêya tora trênê ya Ermenîstanê digire”.

Li gorî Mîrzoyan, ji wan re dîyar e ku rêya herî kurt ya trênê di navbera Adirbêcanê û Naxîçêvanê de dikare bibe rêya trênê ya ku di başûrê Ermenîstanê re, di ser Mêxrîyê re derbaz dibe, û rîya trênê ya ku deverên cuda yên Ermenîstanê di nav axa Naxîçêvanê re girêdide. Li gorî Mîrzoyan, dibe ku li vir hin prosêdûrên derbazbûna sînor yên hêsan û asankirî hebin.

“Mînak, têknolojîyên nûjen dikarin bên bikar anîn: skanêrên êlêktronîkî yan daxuyanîya êlêktronîkî ya kelûpelên barkirî, vagonên mohrkirî. Mêxanîzma û amûrên ku wê bihêlin ku heta ku gengaz be ji kontrolkirina laşî dûr bikevin. Tiştên din dikarin ji bo rewşên awarte û bi hev re werin pêşbînîkirin. “Lê belê em dikarin amûrên bîmeyê jî bikar bînin ku dikarin di bûyerek acîl yan qezayê de tezmînata darayî peyda bikin, wek ku li seranserê cîhana medenî ye. Ez wisa difikirim ku çareserîyên berfirehtir di çarçoveya tiştên ku hatine gotin de dikarin bibin alîkar ku pirsgirêk çareser bibin”.

Mîrzoyan li ser peywendîyên Ermenîstan-Tirkîyayê jî dîyar kirîye ku ji bo hevkarîya Ermenîstan-Tirkîyayê hêvîyên zêdetir hene. “Mînak, me mijara bikaranîna qada hewayî, qet nebe niha, esas çareser kirîye. Me bi hev re rewşa binesazîya sînorê Margara-Elîcanê şopand. Alîyê ermenî jî ji bo nûjenkirina binesazîya li wir kar kir. Me xebatên hevpar kirin, li ser rewş û nirxandina dergehê hesinî Gumirî -Qersê, çend roj berê biryareke din ya binesazîyê, binesazîyên din yên ji alîyê beşa trênê ve hatin girtin. Bi gotineke din, em dikarin bêjin ku hin tişt diqewimin, di heman demê de, hûn dizanin, me peymanek heye ku sînorên di navbera Ermenîstan û Tirkîyayê de ji bo welatîyên welatên sêyemîn û hemwelatîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê yên xwedî pasaportên dîplomatîk vekin Mîrzoyan gotîye ku normalkirina peywendîyan, dîplomasî û wiha gotîye: “Mesele danîna pêwendîyan û vekirina sînor e”.

Li gorî wî, Ermenîstan û Tirkîya ne tenê ji bo avakirina têkilîyên hindiktirîn, lê di heman demê de ji bo pêşxistina bazirganîya navdewletî ya pir girîng, derfetên transît û pêkanîna projeyên hevpar yên ênêrjîyê jî firsendê dibînin.

Mîrzoyan gotîye:”Divê ez jî bêjim ku di hin mijarên sîyaseta navneteweyî de, helwestên me ew qas ku xuya dike ne ji hev dûr in. Berevajî vê yekê carina pir nêzîkî hev in. Ji ber vê yekê derfetên hevkarîyê hene. Ez careke din bêjim ku em behsa avakirina peywendîyên herî kêm û toleransê nakin. Têgihîştin heye ku pêrspektîvên hevkarîyeke pir mezintir hene”.

Mijara asayîkirina peywendîyên Ermenîstan û Adirbêcanê di têkilîyên bi Tirkîyayê re tê gotûbêjkirin? Rojnamevan ji Mîrzoyan pirsî ka Enqere çawa li çareserîya wê pirsê dinêre. Mîrzoyan gotîye ku pêvajoya normalîzekirina Ermenîstan-Adirbêcanê, heger ne rojeva dualî be, lê axaftin û pêwendîyan beşeke ji hevdîtina Ermenîstan-Tirkîyayê.

“Ez dikarim bêjim ku di çarçoveya dîyaloga Ermenîstan-Tirkîyayê de, alîyê tirk di warê leza cî bi cîkirina peymanan de hin sînoran dihesibîne, bi şertê têkilîyên Ermenîstan-Adirbêcanê. Bi rastî nêzîkatîya me cuda ye. Em bawer dikin ku pêşveçûyîna di warê Ermenîstan-Tirkîyayê de wê bandoreke erênî li çareserîya Ermenîstan-Adirbêcanê bike. Lê di warê têgihiştinê de pirsgirêkek heye”,- wezîrê  Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button