SerekeSîyasî

Serok Barzanî: yekrêzîya fraksîyonên kurdistanî ev destkeft ji bo Helebce û Kurdistanê mîsyoger kirîye

Serok Barzanî bi boneya parêzgehbûna Helebceyê peyamek belav kirîye û gotîye: “Ez destxweşîyê li fraksiyonên kurdistanî yên encûmena nûneran ya Iraqê dikim, ku bi yekdengî û yekrêzî ev destkeft ji bo gelê Helebceyê û Kurdistanê mîsyoger kirin”.

Serok Mesûd Barzanî 14 ê nîsanê di peyamekê de ragihandîye: “Ez desstxweşî û spasiya xwe arasteyî serokatî û hemû endam û fraksîyonên sîyasî yên di encûmena nûneran ya Iraqê de dikim, ku di pejirandina projeya parêzgehbûna Helebçe de, roleke erênî lîstine”.

Serok Barzanî gotîye: “Di heman demê de, ez destxweşîyê li fraksîyonên kurdistanî yên encûmena nûneran ya Iraqê dikim ku bi yekdengî û yekrêzî ev destkeftî ji bo gelê Helebcê û Kurdistanê misîyoger kirin û bi hev re hevkarî kirin bo dengdan û pejirandina projeya parêzgehbûna Helebceya xweşewîst û pêzanîna min ji bo rola wan hemû birêzan heye, ku hewla bi parêzgehbûna Helebceyê dan”.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotîye: “Herwiha ez bi germî pîrozbahiyê li xelkê Helebceyê û hemû kurdistaniyan dikim. Hêvîdar im ku parêzgehbûna Helebceyê gavek be ji bo xizmetkirin û vejandina bêtir ya vê devera qurbanîdera Kurdistanê û dermankirina birîn û êşên welatiyên Helebceyê”.

Her wiha serok Barzanî gotîye: “Bi vê boneyê, em bi hezaran silavan ji bo giyanê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û hêviya xêr û xweşiyê  ji bo gelê Helebceyê û hemû Kurdistanê dixwazin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button