H’emû nûçeSereke

Ermenîstan pêşnîyarî Adirbêcanê  dike ku di heman demê de peymana aşîtîyê û serlêdana hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê îmze bike

Ermenîstan bi fermî ji Adirbêcanê re pêşnîyar dike ku di heman demê de peymana aşîtîyê û serlêdana hevpar ya ji bo Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya li Avropayê ji bo hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê îmze bike.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di dema gotûbêjkirina raporta pêşkeftin û encamên pêkanîna bernameya hukumetê ya sala 2024 a li meclîsa neteweyî gotîye.

Serokwezîr dîyar kirîye ku  pêşnûmeya peymana ku di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de ji bo avakirina aîştî û têkilîyên navdewletîyan hatîye lihevkirin, li ser pêşnûmeya peymanê jî mûzakere bi dawî bûne. Serokwezîr gotîye: “Ev tê wê wateyê ku em ketine qonaxa niqaşên li ser îmzekirina peymanê. Û min ragîhand ku ez amade me li ser navê gelê Ermenîstanê îmzeya xwe deynim bin peymanê”.

Ewî da zanîn ku Adirbêcan bi fermî îmzekirina rêkeftinê bi du mijaran ve girê dide. Ya yekem ji wan hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarîya û Ewlehkarîya Avropayêye.

“Min gelek caran gotîye ku ev ji bo Ermenîstanê rojeveke têgihîştî ye. Eger em rûpela nakokîya Qerebaxê bigrin û em vê yekê bikin, çi wateya hebûna avahîyek ku bi nakokîyê re mijûl dibe? Lê Koma Mînskê ya  Organîzeya Hevkarîya û Ewlehkarîya Avropayê, bi kêmanî dêfakto, xwedîyê çarçoveyek berfirehtir e. Û em dixwazin piştrast bin ku Adirbêcan ji bo jihevketina Koma Minskê gavekê nabîne. Nakokîya Ermenîstanê û Adirbêcanê li ser axa Adirbêcanê û veguhestina wê bo ser axa serwêrîya Komara Ermenîstanê, ji bo ku ev fikar ji holê rabe, em ji Adirbêcanê re pêşnîyar dikin ku di heman demê de peymana aşîtîyê û serlêdana hevpar ya ji bo hilweşandina pêkhateyên Koma Mînskê îmze bike, yanî peymana aşîtîyê û serlêdana hevpar li ser maseya hilweşandinê û ya duyemîn jî li ser heman sazûmanan were îmzekirin. Di heman demê de ev pêşnîyareke fermî ye”.

Di çarçoveya îmzekirina peymana aşîtîyê de şertê din yê ku Adirbêcanê daye pêş, ew îdîaya derew e ku di destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê de li dijî Adirbêcanê daxwazên erdnîgarî hene û divê bê guhertin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button