H’emû nûçeSereke

Serokê parlamêntê bal kişand ser beşdarbûna Yêrêvanê ya çalakîyên 80 salîya salvegera Serkeftinê û bertekên muhtemel yên Bryûsêlê di vî warî de

Serokê meclisa neteweyî Alên Simonyan, li ser pirsa îhtîmala rêaksîyonên neyînî yên Yekîtîya Avropayê derbarê serdana serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bo Moskovayê  9 ê gulanê de û beşdarbûna pîrozbahîyên 80 salîya Serkeftina şerê welatparêzîyê de, amaje kir ku ev beşdarbûn helwesta Komara Ermenîstanê ye, ji ber ku serkeftina di şer de serkeftina gelê ermenî ye jî.

Li gorî rapora “Armenpress”ê, Alên Sîmonyan di brîfîngekê de li gel rojnamevanan ev yek eşkere kir û bal kişand li ser wê yekê ku beşdarîya serokwezîrê Ermenîstanê di merasîmên 80 salîya Serkeftina şerê niştîmanî de bi ti awayî nikare bi Yekîtîya Avropayê û mijarên din ve girêdayî be.

“Serkeftina 9 ê gulanê serkeftina me ye jî. Ji bo wê serketinê 300 hezar ermenîyan jîyana xwe ji dest dan û gelek ermenî jî di nava refên berxwedanê de şer kirin” Alên Sîmonyan li ser vê pirsê ku Bryûsêl  çawa bertek nîşanî serdana serokê hukumeta Ermenîstanê bo Moskvayê ji bo beşdarbûna merasîma 80 emîn salvegera Serkeftina şerê welatparêzî bide, gotîye: “Ev yek ji rojên me yên serbilindî ye, û ez difikirim ku beşdarbûna serokwezîr bi ti awayî nikare bi Yekîtîya Avropayê û mijarên din ve têkildar be”.

Serokê parlamêntê her wiha bal kişand ser wê yekê ku heta niha gelek serkirdeyên Yekîtîya Avropayê serdana Moskvayê dikin û bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtin û danûstandinan dikin.

Li gorî Sîmonyan, Ermenîstan di vê mijarê de nêrîna xwe heye, Yekîtîya Avropayê yan jî rayedarên wan hene.

Nêrîna wan ev e, nêrîna me ev e. Ka em tiştekî rast bikin: Di têkilîyên navbera dewletan de, çi bi Yekîtîya Avropayê re, çi bi Rûsyayê re, çi bi welatekî din yê sêyemîn yan çaremîn re, Komara Ermenîstanê xwedî helwestên xwe ye, ku em wan diparêzin û bi pêş ve diçin.

Berîya niha nûnera bilind ya kar û barên der û sîyaseta ewlekarîyê ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalas bang li welatên namzedên Yekîtîya Avropayê kiribû ku serdana merasîma serkeftinê ya 9 ê gulanê ya li Moskvayê nekin û beşdarî wê nebin û dîyar kiribû ku beşdarbûna van welatan wê encamên wê hebe. Kalasê dîyar nekir ku ew behsa kîjan encaman dike.

Meha adarê de serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di peywendîya têlefonê ya bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re piştrast kiribû ku ew ê beşdarî çalakîyên 9 ê gulanê yên li Moskvayê yên bi boneya 80 emîn salvegera serkeftina şerê Mezin yê welatparêzîyê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button