H’emû nûçeSereke

Gotûbêjkirinên bona dayîna 20 mîlyon yûroyê ji fonda Avropayêye aşîtîyê, yên bona Ermenîstanê, berdewam dibin: Ararat Mîrzoyan

Gotûbêjkirinên bona dayîna 20 mîlyon yûroyê ji fonda Avropayêye aşîtîyê, yên bona Ermenîstanê, berdewam dibin.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî wezîra Slovênyayêye karên der Tanya Fayonê, gotîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bîr anîye,wekî sala derbazbûyî ji fonda Avropayêye aşîtîyê 10 mîlyon bona Ermenîstanê hatibû dayînê, lê niha jî  pirsa dayîna 20 mîlyon yûro tê gotûbêjkirinê.

“Gotûbêjkirin berdewamin û em hîvîdarin,wekî pêşeroja nêzîda pirsê bê helkirinê”,- Mîrzoyan gotîye.

Wezîra Slovênyayêye karên der Tanya Fayonê jî sirîya xweda elam kirîye,wekî Slovênyayê piştgirîya wê yekê kirîye ku ji fonda Avropayêye aşîtîyê 20 mîlyon yûro bona Ermenîstanê bê dayînê. “Ez dikarim ji navê welatê xwe bêjim,wekî me piştgirîya wê yekê kirîye û me piştgirîya qewat daye vê pêşnîyarê”,- Fayonê gotîye.

Pêşda radîyostansîya “Azaî” ê dabû dîyarkirinê,wekî wextê civîna şêwira wezîrên Yekîtîya Avropayêye karên der, Macaristanê vêto danîbû ser biryara derheqa dayîna 20 mîlyon yûro, yên bona Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button