SerekeSport

Motîvasyona min bawerîya bi Xwedê ye: Malxas Amoyan

Xwedîyê mêdala bronz ya olîmpîyadayê, çar cara çêmpîyonê Avropayê û xwedîyê mêdala zêr ya çêmpîyonata cîhanê Malxas Amoyan, çêmpîyonata Avropayê hêsan nabîne.

“Ji 4 peşbirkên ku min kirine, ez ê nîvfînal û fînalê ji xwe re veqetînim, ji ber ku ji bo min dijwar bûn. Hestên min nayên ravekirin û ez pir kêfxweş im ku karîbûm cara 4 emîn li pey hev bibim çêmpîyonê Avropayê.Pêşbirk ji bo min her ku diçe dijwartir dibin, ji ber ku bidestxistina serketinê her ku diçe dijwartir dibe. Berevajî serkeftina yekem, ku hêsan bû, niha her tişt dijwartir e,”- Malxas Amoyan li salona çapemenîyê ya “Armenpress” ê di hevdîtina bi rojnamevanan re gotîye.

Guleşgir li ser helwesta rêzdar ya taybet ya li himberî werzîşvanê têkçûyî piştî maça fînalê gotîye: “Rêzdarîya ji bo kesên din divê her dem hebe. Em li ser xalîçê pêşbaziyê dikin, li derveyî wê jî têkilîyên me yên dostane hene. Motîvasyona min bawermya bi Xwedê ye. Bawerîya bi xwe, bi karê ku min kirîye. Niha ez beşdarî her pêşbirkê tenê ji bo mêdala zêr dibim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button