H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî, Egît Kabayêl pîroz kirîye

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi germî boksîyorê çêmpîyon yê kurd Egît Kabayêl pêşwazî kirîye û ew pîroz kirîye.

Serok Mesûd Barzanî  li baregeha Barzanî ya li Pîrmamê boksîyorê kurd û çêmpîyonê konsêya boksê ya cîhanê (WBC) Egît Kabayêl re rûniştîye.

Egît Kabayêl li Rîyada paytexta Erebistana Saûdî hevrikê xwe yê çînî têk birîye û bûye çêmpiyonê konsêya boksê ya cîhanê (WBC).

Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kirîye.

Baregeha Barzanî da zanîn ku serok Barzanî destxweşî û pîrozbahî li Egît Kabayêl kiriye ku wî çêmpiyonîya katêgoriya herî giran WBC yê bi dest xistiye.

Serok Barzanî piştgiriya xwe ji Egît Kabayêl re nîşan daye û hêviya serkeftinên zêdetir jê re xwestîye.

Egît Kabayêl jî kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina serok Barzanî anîye ziman û spasiya piştgiriya serok Barzanî kirîye.

Kabayêl xelat û kemera xwe ya çêmpiyoniyê jî wek rêzgirtin pêşkêşî serok Barzanî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button